Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Dîroka nakokiya li ser enerjiya atomî

Hat weşandin torsdag 17 juni 2010 kl 16.37
Sembola dijberan

Pirsa enerjiya atomî ev 40 sal in li Swêdê tê nîqaşkirin, ta ji wê rojê ku yekem navenda enerjiya atomî ya li Oskarshamnê sala 1972’an hat vekirin. Di bereya partiyên rastê de Partiya Navendê,  Center, û Xiristiyanên Demokrat li dijî enerjiya atomî bûn û dixwestin bikaranîna wê betal bikin. Vê yekê Partiya Çep jî daxwaz dikirin. Lê Sosyaldemokratan û Konfederasyona Sendîkayên Karkeran, LO, enerjiya atomî weke pêdiviyek didîtin, bi armanca xerentîkirina cereyanê ji bo endustriyên bingehîn yên Swêdê.

Sala 1978’an pirsgirêka enerjiya atomî bû sedemê ketina hikûmeta burjuwa û serokwezîr Torbjörn Fälldin, serokê Partiya Navendê. Fälldin û partiya wî dixwestin di derbarê enerjiya atomî de referandûmekê bê çêkirin. Lê hevkarên hikûmeta koalisyonê Moderat û Partiya Gel a Lîberal li dijî pêşniyazê bûn. Ji ber vê hikûmet pelişî û hikûmetekê hindikayî bi serkêşiya Partiya Gel a Lîberal hat ser kar.

Lê 28 adara 1979’an de li herêma Harrisburg a Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê li navendekê enerjiya atomî qeza û karesatekê çêbû – û vê bûyerê nîqaşa li Swêdê serûbin kir û bi xwepêşandan û kampanyayên mezin berxwedana li dijî enerjiya atomî xurt kir.

“Enerjiya atomî rawestîn in, îro Harrisburg sibê Ringhals” yek ji wan gelek diruşmên xwepêşanderan bû sala 1979'an.

Dijberan wê demê propagandaya alternatîfên xwezayîparêz yên wekê enerjiya rojê, ba û avê dikirin. Lê ne her kes ji enerjiya atomî ditirsiyan. Serokê partiya Moderatan Gösta Bohman di tebaxa 1979’an de ji navenda nûçeyên radyoya Swêdê re gotibû enerjiya atomî ne talûketir e ji bisiklêt-ajotinê:

- Ajotina bisîkletê bêtir talûkeye, bikaranîna bireka motor talûketir e. Hebûna însan bixwe bi gelek rîskan re girêdayî ye. Kevirek fezayî dikare ji ezmanan bikeve ser serên me û tedbîra tiştekî wusa mirov tu car nikare bigire, gotibû Bohman.

Lê raya gîştî daxwaziya referandûmekê dikirin û ev di 23 adara 1980yî de hat lidarxistin. Û dema gelê swêdî ji bo enerjiya atomî dengê xwe bikar anî sisê alternatîf hebûn; her sisiyan jî bi tempoyên cûda daxwaziya rawestandina bikaranîna enerjiya atomî dikirin.

Dengên herî zêde xeta 2’em wergirt, ku digot divê betalkirina enerjiya atomî pêdiviya swêdê ya bi cereyana elektirîkê bigire ber çav. Di heman demê de herî zêde 12 reaktor dikarîbû hebin – şeş ji wan hebû û avakirina şeş hebên din jî hatibû pîlankirin.

Xeta 2 ya di referandûmê de, ji aliyê Sosyaldemokrat û Partiya Gel a Lîberal ve dihat temsîlkirin.

Xeta 1’em ji aliyê Moderatan ve dihat temsîlkirin û ji gelek aliyan ve dişibî xeta 2’em. Bi ya vê, dê navendên nû yên enerjiya atomî li ser yên hebûn nehata zêdekirin.

Û xeta 3’em ya referandûmê dixwest ku bikaranîna enerjiya atomî di nava 10 salan de bi tevahî were betalkirin. Ev xet jî ji aliyê Xiristiyanên demokrat, Partiya Navendê û Partiya çep a kommunîst ve dihat temsîlkirin.

Referandûm piştre ji aliyê civaknas û siyasetvanan ve weke leyîstokekê hatiye nirxandin ji ber ku alternatîf gelekî wekî hev bûn û nirxandina encam gelekî tevlîhev û zehmet bû. Sedem jî ew e ku xeteke zelal ya ”belê” tunebû.

Piraniya dengdarên referandûmê bi dengên xwe destûr dabûn ku heta ku bikaranîna enerjiya atomî ewle û li gorî pêdiviyan bû reaktorên nû dikarîbûn werin avakirin. Lê yekser piştî referandûmê parlamentoyê dîsa jî biryarekê da ku hemû reaktorên enerjiya atomî hetanî sala 2010 werin girtin. Ev tarîx bi hesabkirina temenê reaktorên Forsmark 2 û Oskarshamn hatibûn xuyakirin.

Sala 1997 hemû 12 reaktor hatibûn avakirin. Lê peymanekê di navbera Sosyaldemokrat, Partiya Navendê û Çep bû sedem ku yek ji dido reaktorên Barsebäck sala 1999’an hat girtin û li ser protestoyên Danîmarkayê ya dûem jî sala 2005 hat girtin.

Îro li Swêdê 10 reaktor hene, lê raya gîştî fikra xwe guhertî ye. Lêkolînên raya gîştî nîşan didin ku sedî 80yî swêdiyan dixwazin navendên enerjiya atomî bi berdewamî bimînin.

Û sala çûyî Partiya Navendê Centerê jî palan quluband. Center a ku ew partiya burjuwa bû ku her dem li dijî enerjiya atomî rawestiya bû. Di 5 sibata îsalî de hikûmeta hevgirtina partiyên burjuwa li ser peymaneke nû ya enerjiyê li hev kirin. Ev jî tê wê wateye ku dema ew 10 reaktorên hene kevin bibin dê yên nû di şûna wan de werin avakirin. Seroka Centerê Maud Olofsson dema vê pêşniyaza nû diyar kir bû hedefa rexneyên giran.

- Enerjiya atomî dê ji vir û pê ve jî beşeke girîng ya hilberîna elektirîka swêdê be. Di vir de ez dixwazim binxêz bikim ku Partiya Navendê di warê enerjiya atomî de fikra xwe neguhertiye. Lê em dikarin di pêşerojê de bi enerjiya atomî bijîn û dê ew biberdewamî bibe beşek ji afirandina elektrîka swêdî, gotibû Maud Olofsson, seroka partiya navendê.

Piştî guhertinên qismî hêvî heye ku parlamentoya Swêdê ev pêşniyazname qebûl bike. Lê dengên li dij û li gel heta dawiyê wek hev in. Partiyên sorûkesk dê dengê ”na” bikar bînin. Heger çar parlamenterên burjuwa jî dengên ”na” bikar bînin wê demê pêşniyaza hikûmetê ya ji bo nûkirina navendên enerjiya atomî nayê qebûlkirin. Heta niha dido ji parlamenterên partiya navendê vekirî gotine ewê dengê ”na” bikarbînin. Her weha  parlamenterekî din yê ji Centerê û yek jî ji Moderatan ragihandine ku ew dûdil in.

Bi armanca parlamenterên dûdil yên ji partiya navendê razî bikin hîn guhertinên biçûk hatin çêkirin, xistina pêkanînê ya biryara nû ji 1 tebaxa 2010 hat paşvedayîn ji bo 1ê Çileya 2011’an. Her weha li pêşniyaznameyê hat zêdekirin jî ku dê hikûmet bi xwe avakirina navendên nû yên enerjiya atomî subvanse neke, yanî alîkariya aborî nedê, û dê xwediyên navendên enerjiya atomî bê sînor tezmînat bidin heger qezayekê çê bibe.

Berya dengdana îro gelek nîqaş hatine kirin û roja dûşemê jî çalakvanên ji rêxistina xwezayîparêz Greenpeacê bi kincên sembolên roj, ba û avê navenda enerjiya atomî ya Forsmarka li bakûrê Uppsalayê dager kirin.

Li hêla din partiyên hevgirtina Sorûkesk soz dane ku dema ew werin ser hikûm, ewê vê biryarê biçirînin – ango betal bikin. Heger werin ser hikûm, ewê destûr nedin ku reaktorên nû yên enerjiya atomî werin avakirin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".