Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Biryara enerjiya atomî qebûl bû

Hat weşandin fredag 18 juni 2010 kl 10.06
Navendên enerjiya atomî dê karibin werin nûkirin

Pêşniyaznama ji bo nûkirina navendên enerjiya atomî yên Swêdê duh êvarê ji aliyê parlamentoyê ve hat qebûlkirin. Biryar bi 174 dengên li gel û 172 dengên li dij hat girtin.

Biryara hatiye girtin tê wê wateyê ku dê navendên nû yên enerjiya atomî karibin werin avakirin ji bo cihê yên kevin bigirin. Her weha dê jimara navendan jî neyê zêdekirin û wekî îro tenê 10 navend hebin. Her weha di biryarê de hatiye qebûlkirin jî ku heger qeza an jî karesatekê çê bibe dê xwediyên navendên enerjiya atomî bê sînor tezmînat bidin.

Belê, biryara duh êvarê ya li parlamentoya Swêdê ji aliyê alîgirên biryarê ve bi coş û çepikan hat pêşwazîkirin, lê piştî nîqaşên demdirêj. Partiyên sorûkesk Sosyaldemokra, Çep û Kesk li dijî biryarê deng bikaranîn.

Partiyên Moderat, Lîberal û Xiristiyanên demokrat ji serî ve bi xurtî piştgiriya nûkirina navendên enerjiya atomî ya Swêdê dikin. Lê girtina biryarê bi guhertina siyaseta şirîkê hikûmetê Partiya Navendê Centerê mumkun bû. Û ev guhertin vê partiya ku ev nêzî 40 sal in li dijî bikaranîna enerjiya atomî kar dike, xistiye nav krîzekê nasnameyî. Di yek ji pirsên sembolî de Centerê bi vî awayî tawîzeke mezin da.

Lê wezîrê jîngehê yê centerpartîyî Andreas Carlgren guhertina siyaseta xwe û piştgiriya ji bo biryarê di nîqaşên duh de wuha parast.

- Ez rexnegirê enerjiya atomî me û baweriya min bi bikaranîna wê nîn e. Lê ez her weha avantajên bikaranîna enerjiya paqij ya ji navendên atomî jî dibînim. Ev her weha derfet jî dide me ku em gemarîkirinên ji navendên enerjiya komirê yên li Almanya û Polonyayê jî bigirin, ku zerarê didin jîngeh û klîmatê.

Lê berdevka Partiya Kesk Maria Wetterstrand bi dengekî girî vê bersivê da Carlgren.

- Gelo xelkê swêdî amade ye ku Swêd bibe qada navendên enerjiya atomî ya Ewropayê? Em bi vê yekê nizanin, ji ber ku derfet nehatiye dayîn ji gel re da ew di hilbijartinekê de helwesta xwe diyar bikin. Ji ber ku we di berya hilbijartina çûyî de we ji wan re ne gotibû ku hun ê vê biryarê bigirin, got Maria Wetterstrand.

Ji bilî dû parlamenterên ji partiya navendê hemû yên din yên ji hevgirtina bûrjuwa dengê li gel dan biryara nûkirina navendên enerjiya atomî. Lê di nav parlamenterên ji partiyên cûda de encamên biryara hatî girtin bi awayên cûda tê şîrovekirin.

Parlamenterê ji Partiya gel a lîberal Carl B Hamilton hêvî dike ku reaktorên nû werin avakirin.

- Bi vê biryara parlamentoyê re dê ji 1 Çileya pêş me û pê ve mumkun be ku navendên nû yên enerjiya atomî werin ava kirin û bi ya min dê wusa jî bibe. Dê reaktorên li navendên Oskarshamn 1 û Ringhals 1 karibin werin nûkirin. Em dizanin jî ku endustriya bingehîn ya Swêdê amade ye ku di fînansekirina nûavakariyê de cîh bigire, dibêje Carl B Hamilton ji partiya gel a lîberal.

Lê parlamenterê partiya navendê Sven Bergström ku piştî dûdiliyekê mezin dengê ”belê” bikar anî ne bawer e ku navendên nû yên enerjiya atomî karibin werin avakirin. Ji ber ku parlamentoyê subvansiyona dewletî ya ji bo avakirina reaktorên nû di heman biryara duh de qedexe kir.

Ka li derdora xwe binêrin. Li tu deverêkê din ê cîhanê navendekê enerjiya atomî ya bi qezenc nikarîbûye were avakirin, çima ev li Swêda biçûk ev çê bibe, dibêje Bergström û binxêz dike ku bêyî alîkariya aborî ya dewletê şîrketên prîvat nikarin bi serê xwe tenê avakirinekê fînanse bikin û jê pere qezenç bikin.

Lê sektora ku dê di vî rewşê de karibin navendên enerjiya atomî ava bikin şîrketên enerjiyê ne û ew wekî Bergström nafikirin. Ingemar Engkvist cîgirê mudirê şîrketa EON Kärnkraft Sverige AB ye û bi ya wî biryara duh êvarê ya parlamentoyê niha rê vedike ku navendîn nû yên enerjiya atomî werin avakirin.

- Bifikirin ku sedî 50î yê elektirîka swêdê ji navendên enerjiya atomî tê û navendên ku di halî hazir de hene kevin bûne û dê werin girtin. Ev jî tê wê wateyê ku ji ber kes naxwaze pare razîne reaktorên kevin mecbûriyetekê çê dibe ku reaktorên nû werin avakirin.

Bi ya berdevka Partiya Kesk Maria Wetterstrand jî Sven Bergström analîzekê şaş dike.

- Ji ber ku ji niha ve gelek fînansman xwe amade kirine ku pare razînin avakirina reaktorên nû yên enerjiya atomî. Heger niyeta rastî derfet-nedana avakirinan biba wê demê çi pêwîst dikir ku bi vê biryarê re sînyal ji fînansmanan re were şandin, dipirse Wetterstrand.

- Çima hikûmet bi vê biryara xwe re di warê siyaseta enerjiyê de mesajek zelal nade endustriya bingehîn ya Swêdê. Ev helwest endustriyê dixe nav rewşekê xerab, ew nizanin da salên pêş me dê 10 reaktorên enerjiya atomî hebin an jî tu hebekî jî tunebe, dibêje Wetterstrand.

Wetterstrand her weha dide zanîn jî ku heger hevgirtina partiyên Sorûkesk di hilbijartina payîzê de werin serhikûm ewê vê biryara nûkirina navendên enerjiya atomî betal bikin.

Di dengdana parlamentoyê ya duh de her weha dido parlamenterên ji partiya navendê Centerê jî bi muxalefetê re dengê ”Na” bikar anîn. Yek ji wan Solveig Ternström e, ku niha difikire dev ji partiya xwe berde.

- Ez sebir dikim û girêdayî tu partiyek nîn im. Û ezê binêrim ka berdewam bikim an jî rêyekê nû ji xwe re bibînim.

Gelo dibe ku tu derbasî Partiya Kesk bibî, piştî hilbijartinê?

- Ne dûr e ku wusa bibe, dibêje Ternström.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".