Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Embargoya li ser Xezzayê sist dibe

Hat weşandin fredag 18 juni 2010 kl 16.50

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu diyar kir ku hikûmeta Îsraîlê doh pêncşemê biryar daye ku embargoya li dij Xezza’yê sist bike.

Piştî êrîşa bişîddet ya li dij konvoya Xezzayê berî bi çend hefteyan, zexta li ser Îsraîlê zêde bûye. Dîroknasê Zanîngeha Stockholm’ê û berdevkê Ship to Gaza’yê Mattias Gardell ku bixwe di konvoyê de cîh digirt û di yek ji wan kêştiyên ku leşkerên îsraîlî êrîş birin ser, ev nûçe bi xweşbîniyeke xwînsar pêşwazî kir.

- Di rewşa niha de em nizanin daxuyaniya Netanyahu bi awayekî zelal dê çi bi xwe re bîne- me tiştekî nivîskî nedîtiye li ser wê gelo qesta wî bi sistkirina embargoyê çi ye. – lê bêgûman em bixêrhatinê dikin li hemû biryarên ku ji bo gelê Xezza’yê tên wateya îmkanên jiyanake bi rûmet ya di nava azadiyê de, Mattias Gardell dibêje.

Biryara sistkirina embargoyê dihat payîn. Bi salan e ku rexneyên tund li embargoyê hatine kirin, lê ji çalakiya Ship to Gaza’yê û vir ve rewşa embargoyê di asteke bilind de ketiye rojeva cîhanê.

Û rola Ship to Gaza’yê di vê biryarê de heye, Mattias Gardell yê berdevkê Ship to Gaza, ku komeleyeke ji siyaseta partî û olî serbixwe ye, îddia dike.

- Pir eşkere ye ku Ship to Gaza û Frihetsflottan ango Keştiya Aşîtiyê bandor li vê pêşketinê kirine, wisa jî alîkariya wan ji wê re bûye ku qanûna navneteweyî dîsa durust bibe û embargo rabe. Tiştê balkêş, ew mirovên ku ev serê sê salan e, di dema ku Xezza bûye zîndaneke servekirî, temaşevan mane – bi biryardayîna ku ew dê nema tenê temaşe bikin lê têkevin nava tevgerê – bi rastî jî guhertineke siyasî bi ser xistine. Ev hêviya pêşerojê dide, Mattias Gardell dibêje.

Erê, Îsraîl embargo sist kiriye lê –û Netanyahu vê binxêz dike- betonat, dê tedbîrên heyî yên ewlekariyê ji bo astengkirina gihîştina çek û malzemeyên şerî bo Xezza’yê berdewam hebin.

Biryara îroyîn ji bo niştecîhên Xezza’yê tê çi wateyê?

- Belê, weke min got, em hîn jî nizanin ev sistkirin dê ji bo niştecîhên Xezza’yê bê çi wateyê lê em dizanin ku niştecîhen Xezza’yê, niha du sal û nîv piştî şerî, hîn jî ji wan re îmkan naye dayîn ku civaka xwe ya wêranbûyî ji nûve ava bikin, Mattias Gardell dibêje.

Em dizanin ku sîstema avê û karêzê ji bombebaranê bi temamî xerab bûye û naxebite û em dizanin ku sîstema debara elektrîkê parçe parçê bûye û em hêvî dikin ku ev bibe sedema ji nû ve avakirina wan û avahiya bingehîn dîsa bixebite, dibêje Mattias Gardell.

Niha li bendê ye ku Îsraîl lîsteya malên qedexe derxîne. Heta niha rewş berevajî bû: Lîsteyeke malên qedexe hebû. Weke mînak baharat û leyistokên plastîk qedexe bûn, nûçegîhanê Navenda Nûçeyan ya Radyoya Swêdê, Ekot, radigihîne.

Embargoya sê-salî bûye sedem ku li dora 3.000 şîrket hatine girtin û %44 ji 1,5 milyon mirovên Xezza’yê bêkar in.

Pir kes biryara sistkirina embargoya li ser Xezza’yê mîna serkeftina hem mafê mirovan û hem ya çalakiya Ship to Gaza’yê. Lê Hamas’a Xezzayê jî dikare xwe mîna serkeft bibîne. Heçî Hamas e, biryara Îsraîlê red dike û ji Îsraîlê doz dike ku embargoyê bi temamî rake. Di daxuyaniyekê de Îsraîl mîna ”dijminê sîonist” bi nav dibe. 

Gelo mirov nikare vê fêm bike ku – dema em vê daxuyaniya Hamas’ê û yên din li ber çav digirin- divê maf bê dayîn bo Îsraîlê ku xwediyê hinek kontrol be li herêmê?

- Ji awireke îsraîlî ve, ne ecêb e ku mirov fêm bike, dema em rewşê ji aliyên wan ve bibînin- Îsraîl gazinan dike ji wê ku Hamas Îsraîlê mîna dijminekî dibîne – lê Îsraîl jî Hamas’ê mîna dijmin dibîne – ma ev dikare bê wateya ku mafê rewa yê Hamas’ê  heye ku sînorên Îsraîlê kontrol bike, dîroknas û berdevkê Ship to Gaza’yê, Mattias Gardell dipirse.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".