Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/

Victoria û Daniel gotin "Belê"

Hat weşandin lördag 19 juni 2010 kl 14.31

Wêneyên ji zewaca prensesa Victoria û prens Daniel Westling.

(AGAHIYÊN JI MERASIMA ZEWACÊ YEKSER LI VIR TÊN NÛKIRIN)

RAPOR: Zana Schiroyi.

Deh hezaran însan niha li navenda bajarê Stockholmê civiyane û di ser rêya korteja qraliyetê de cihên xwe girtine.

Nîv miljon kes niha li kolan û meydanên Stockholmê tevlî pîrozkirina zewaca Prensesa Victoria û Prens Daniel dibin.

18:28 - Prensesa Victoria û Prens Daniel bi lêdana marşekê ji terasa Lejonbacken derbasî hundirê qesra Stockholms slott bûn.

18:26 - Prensesa Victoria ji gel re diaxive û dibêje "ez spas dikim ji gelê swêdî re ku ji min re prensekî daye. Vê rojê emê tu car jibîr nekin û heta dawiya jiyana xwe di dilê xwe de hilgirin" got prenses Victoria.

18:25 - Qralê Swêdê Carl Gustaf XVI ji bo prensesa Victoria û prens Daniel banga "hurra" dike.

18:23 - Marşa swêdî "Du gamla du fria" tê strandin. Prensesa Victoria û Prens Daniel ji terasa Lejonbacken a Stockholms slott bi tevî gel marşa netewî distirên.

18:07 - Prensesa Victoria û Prens Daniel niha derketin terasa Lejonbacken a Stockholms slott û li gel silav dikin.

18.00 - Niha li Lejonbacken li qesra qral Stockholms slott dehhezaran kes civiyan e û malbat û mêvanên bûk û zava, Prensesa Victoria û Prens Daniel civiyan e. Demeke din dê ji vir bernameyekê bi muzîk were pêşkêş kirin.

17:45 - Victoria û Daniel ji meydana Logården re derbasî hundirê avahiya qesrê dibin. Hemû mêvanên paye bilind wan pîroz dikin.

17:43 - Prensesa Victoria û Prens Daniel gihan qesra qral Stockholms Slott. Carl Gustaf XVI û Silvia xêrhatina bûk û zava, Victoria û Daniel dikin. Her weha prens Filip û prenses Madelein xêr hatin dikin. Û bûk û zava gelê li ber qesrê civiyane silav dikin.

17:37 - Prensesa Victoria û Prens Daniel gihan bendera qesra qral. Victoria û Daniel ji qeyika Wasa Orden peya dibin. Carl Gustaf XVI û qralîce Silvia bi dê û bavê Prens Daniel wan pêşwazîdikin. Bi hezaran însan li benderê civiyane û xêrhatina wan dikin.

17:30 - 18 balafirên JAS 39 Gripen bi formasyona zewacê ji 400 metre bilindayî ve ji ser qeyika Prenses Victoria û Prens Daniel re firiyan.

17:22 - Ji Kastelholmen 21 top tên avêtin.

17:10 Maça yekem: Prensesa Victoriya cara yekem li ser qeyika Wasa Orden prens Daniel ramûsa, maçî kir.

17:09 - Victoria û Daniel niha li qeyîka Wasa Orden siwar dibin û ji Djurgårdenê birêdikevin ber bi Qesra qralê Swêdê li aliyê din ê avê.

17:05 - Faytona Prensesa Victoria û Prens Daniel giha rawestgeha dawî, Wasa Muséet. Û Victoria û Daniel ji faytona xwe peya bûn.

17:02 - Victoria û Daniel niha gihan Skansenê. Daniel Westling, dora nîv saat berê bû "Prensê Swêdê".

16:59 - Korteja prensesa Victoria û prens Daniel niha ji pira Djurgårdsbron re derbas dibin û orkestra muzîkê ya Skansenê xêrhatina wan dike.

16:53 - Faytona Victoria û Daniel ji Nybroplan re li ber Dramaten re derbasbû daket kolana Strandvägen.

16:50 - Korteja Prensesa Victoria û Prens Daniel niha giha Stureplan.

16:46 - Korteja qraliyetê niha ji Kungsgatan re derbas dibe.

16:44 - Prensesa Victoria û prens Daniel ji Sergelstorgê re derbas dibin. Bi hezara însan li wir civiyane.

16:40 - Prensesa Victoria û prens Daniel ji Kungsträdgården re derbas dibin.

16:38 - Prensesa Victoria û prens Daniel bi faytona xwe li ber avahiya Operayê re derbas dibin.

16:35 - Prensesa Victoria û prens Daniel ji faytona xwe ji gelê civiya re destê xwe ba dikin û niha ji Norrbron a li ber qesrê derbas dibin.

16:32 - Prensesa Victoria û prens Daniel bi lêdana zengilên dêra Storkyrkan bi faytona qraliyetê dest bi rêwîtya xwe ya nava bajarê Stockholmê kirin. Dehhezaran însan kolanan û rêya kortejê dagirtine.

16.22 - Prensesa Victoria û zilamê wê prens Daniel niha ji dêra Storkyrkan derketin. Daniel Westling bi zewacê rê bû xwedî nîşana "Prensê Swêdê".

15:55 - Prensesa Victoria û Daniel Westling gustîlk diguherînin û Pîzkopozê Swêdê wan jin û zilam beyan dike! Ji vir û pê ve Daniel Westling bû "Prensê Swêdê Daniel".

15:52 - Pîzkopozê Swêdê ji Prensesa Victoria dipirse da  ew dixwaze bi Daniel Westling re bizewice:  "Belê" dibêje Prensesa Victoria.

15:52 - Pîzkopozê Swêdê ji  Daniel Westling pirsiyar dike da ew dixwaze bi Victoria re bizewice: "Belê" dibêje Daniel Westling.

15:50 - Victoria û Daniel Westling li pêş papazan.

15:40 Prensesa Victoria û Daniel Westling berya birîna marê guh didin stranên koro û orkestra filharmoni ya qraliyetê.

15:36 Qralê Swêdê bi Victoria re li hundirê Storkyrkanê ber bi Daniel Westling ve dimesin.

15:34 - Qralê Swêdê Carl Gustav XVI bi prenses Victoria re daketin hundirê dêra Storkyrkan. Zengilên dêrê ji bo xêrhatina wan lê didin û demeke din dê qral Victoriayê bide Daniel Westling.

15:31 - Qralê Swêdê Carl Gustav XVI bi prenses Victoria re niha bi lîmozînekê hat ber Storkyrkanê, dêra zewacê.

15:29: - Qralîca Swêdê Silvia, Prensesa Madelein, Prens Carl Filip û Daniel Westling daketin nava dêra Storkyrkanê

15:23 - Qralîca Swêdê Silvia, Prensesa Madelein, Prens Carl Filip û Daniel Westling niha ji qesrê derketin derve û li pêş wênekêşan poz didin.

15.22: Dê û bavê zava Daniel Westling, Olle û Eva Westling niha ji qesrê qral derbasî Storkyrkan dibin.

15:01: Malbat û xizmên zava Daniel Westling ji qesra qral derketin û ber bi Storkyrkan ve dimeşin.

15:00: Serokwezîr Fredrik Reinfeldt bi strana koroyekê zarokan ket hundirê Storkyrkan. 

14:55: Serokwezîr Fredrik Reinfeldt û xanima xwe Filippa Reinfeldt niha ji qesra qral ber bi Storkyrkan ve dimeşin.

14.50: mêvanên ji qraliyetên cîhanê ji qesra qral(slottet) ber bi dêra Storkyrkan ve dimeşin.

Ji çar dorê cîhanê mêvan hatine û di nav wan de qral, prens û prenses, lê her weha serokdewlet, wezîr û dîplomatên ji gelek welatan jî weke mêvan ni cihên xwe li dêra Storkyrkan digirin.

Di merasima li Storkyrkanê de dîsa serokwezîrê Swêdê Fredrik Reinfeldt, wezîr û serokên partiyan jî beşdar dibin.

Her weha kurdekî jî tevlî merasima li Storkyrkanê dibe; wezîrê bazara kar Sven Otto Littorîn bi destgirtiya xwe ya kurd Evin Khaffaf re saat 14.40 de li dêrê cihê xwe girtin.

Ji rojhilata navîn jî qralê Urdunê Abdullah û qraliçe Ranya beşdar dibin.

Li parkên mezin yên Stockholmê wekî Humlegården, Kungsträdgården û Sergelstorg ekranên mezin hatine danîn ji bo gelê ku civiya ye karibe li merasima li Storkyrkan temaşe bikin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".