Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Dewlet, ji sîgorta civakî qezenckar e

Hat weşandin måndag 21 juni 2010 kl 16.08

Dewleta swêdê ji sîgortayên civakî pareyên mezin qezenc dike, weke mînak sîgorta nexweşiyê. Sedemê vê jî ew e ku xerca ji bo endametiya di sîgortayên civakî de hatine bilindkirin û zêdeyî wî pareyî ne ku, weke mînak li mirovên nexweş vedigere.

Lê tevî ku çûndinên aborî yên ji bo sîgorta nexweşiyê kêmbûne jî xerca endametiyê nehatiye kêmkirin. Û pareyê zêde, yanî qezenc ji kasaya dewletê re diçe û ji bo armancên din tên bikaranîn. Lê ev yek dibe ku binpêkirina qanûnê be, dibêje Håkan Svärdman analîzkar li şîrketa sîgortayê Folksamê. 

- Xerca ji bo sîgorta civakî tenê ji bo fînansekirina sîgortayên civakî ne. Heger tu ji bo nexweşiyê xercekî wergirî divê tu vê pareyê tenê ji bo sîgorta nexweşiyê bikarbînî û ne ji bo tu tiştekê din. Qanûn bi vî awayî hatine îfadekirin. Dema mirov vê yekê neke li dijî niyeta qanûnan binpêkirinek pêk tê. Heger vî tiştî em weke şîrketa sîgortayê bikin wê demê dê mufettîşiya aborî li hemberî me rabe û me li hemberî muşteriyên me bike deyndar û ev yek jî di cîh de ye, dibêje Håkan Svärdman, analîzkar li Folksamê.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".