Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/
Det brinner i Skogsbo och räddningsledaren uppmanar alla som befinner sig i området att gå inomhus och stänga dörrar, fönster och ventilation. För mer information lyssna på Sveriges Radio P4 Dalarna.
(Publicerat idag kl 17.31)

Lindberg tê tewanbarkirin

Hat weşandin måndag 21 juni 2010 kl 16.10

Şefê bilind yê polês Göran Lindberg ku bi şika sûcên seksuelî rabûye hatibû girtin, roja çarşemê ji aliyê dozger ve tê tewanbarkirin. Lê dosyaya lêpirsîna destpêkê dê ji bo raya gîştî nehênî bê girtin. Nehînêkirina dosyayê ji ber parastina mexdûran e, dibêje dozger Håkan Roswal.

Lindberg di meha çile de hatibû girtin û di nav wan sûcan de ku ji ber tê tewanbarkirin tecawiza giran û pêşkêşkirina keçan weke fahîş hene. Bi gîştî neh keç ji ber destdirêjiyên seksûelî giliyê wî kirine. Keça herî ciwan 14 salî ye.

Göran Lindberg yek ji şefên polês yên herî bilind li Swêdê bû û piştî şefîtiya teşkîlata polês ya parêzgeha Uppsalayê Lindberg di mijarên ehlaq û yeksaniyê de weke lêkolîner kar kiribû û gelek caran li ser pirsa jinan û destdirêjiyên seksûelî de semîner dabûn.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".