Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Lêpirsîna sucê şer li dijî Lundin oil

Hat weşandin måndag 21 juni 2010 kl 16.11
1 av 2
Gundên wêrankirî li herêmên petrolê li Sudanê.
2 av 2
Carl Bildt.

Li hemberî şîrketa petrolê Lundin Oil îro lêpirsînek hat destpê bikirin, bi şika ku têkiliya wê li welatê Sudanê bi tewanên binpêkirina qanûna navnetewî heye. Lundin Oil di salên 1997 ta 2003 li Sudanê petrol derdixist û li wan herêmên welat ku vî karî dikir şerekî dijwar hebû ku zerarek mezin dabû gelê sivîl û mal û mulkên wan.

Dozger Magnus Elving ku vê lêpirsînê daye destpêkirin bi daxuyaniyeke çapemeniyê dide zanîn sedem hene ku rabûna bi sûc heye û dibe ku têkiliya şîrketa swêdî bi van re hebe. Armanca lêpirsînê jî ew e ka binêra da tu şexsekî bi girêdana Swêdê heye ku têkilê sûcên li Sudanê bûne.

Dozger Elving her weha binxêz jî dike ku lêpirsînên bi vî rengî gelek dorfereh in û encamkirina wan gelekî wext digire.

Weke bê zanîn wezîrê karê derve yê Swêdê Carl Bildt di navbera salên 2000-2006 endamê rêvebiriya şîrketa Lundin Oil bû.

Demek berê 50 rêxistinên navnetewî yên alîkariyê bi hev re bi navê ”unpaid dept” (deynên nehatî dayîn) raporek weşandin û têde îddia kirin kul i herêma petrolê ya Unity ya Sudanê 10 hezar kesên sivîl hatine kuştin û 200 hezar kes jî hatin koçber kirin.

Li gorî raporê, li wê herêma ku şîrketên petrolê kar dikirin, leşkerên sudanî bi tevî grûbên milîs êrîşê ser gelê sivîl kirin e. Delîlên raporê ji îfadeyên mexdûran, wêneyên ji balafiran hatine girtin û wêneyên satelîtan in.

Weke tê zanîn wezîrê karê derve yê Swêdê Carl Bildt di salên 2000-2006 endamê rêvebiriya Lundin Oil bû. Û wezîrê berê yê dadê Thomas Bodströmê sosyaldemokrat piştî eşkerebûna raporê bang li wî kiribû ku navber bide wezîfa xwe ya wezîrtiya derve ya Swêdê.

Lundin Oil û Carl Bildt heta niha di derbarê biryara lêpirsînê de tu bersivek nedana û ji radyoya Swêdê re jî nexwestine şîroveyekê bikin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".