Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Zewaca Victoria û Daniel

Hat weşandin måndag 21 juni 2010 kl 16.19
Bûk û zava li Storkyrkanê

Roja şemiyê prensesa xwedan tac Victoria û Daniel Westling li dêra Storkyrkanê ji hev re gotin ”belê” û bi vî re zewaca wan a ku bi salan e tê nîqaşkirin pêk hat. Bi vî re Daniel Westling bû xwedî nîşana ”Daniel Prensê Swêdê”.

Mara Victoria û Daniel ji aliyê serpîzkoposê Swêdê Anders Wejrud ve hat birîn.

Di merasima Storkyrkan a li Stockholmê ji çardorên cîhanê 1250 mêvan amade bûn. Di nav wan de gelek qral, qralîçe, prens û prenses û her weha jî serok-dewlet, wezîr û dîplomat hebûn. Serok-wezîrê Swêdê Fredrik Reinfeldt bi tevî çend wezîrên ji kabîneya xwe û serokên partiyên swêdî û navdarên ji qadên cûda yên dewlet û civakê jî beşdarê mara Victoria û Daniel bûn.

Piştî birîna marê li Storkyrkanê Victoria û Daniel bi kortejekê li kolanên navendî ya Stockholmê re derbas bûn û xwe nîşanî wan nêzî nîv miljon kesan dan ku cadde û meydanên bajêr dagirtibûn.

Li Djurgårdenê Victoria û Daniel ji faytona xwe peya bûn û qeyîkekê dîrokî derbasî qesra qral Stockholms slott bûn.

Li aliyê qesrê ya bi navê Lejonbacken Victoria û Daniel bi tevî dê û bavên xwe derketin pêş dehhezaran mirovan.

Qralê Swêdê Carl Gustaf XVI ji bo bûk û zavê banga pîrozkirina bi ”hurra kir”.

Û piştre Victoriya ji gelê hazir re axivî û spas kir ji wan re ku wan prensekï dane wê.

Êvarê, li qesrê bi beşdariya sedan mêvanan daweta Victoria hat çêkirin û hetanî nîvê şevê berdewam bû.

Zewac û daweta Victoria û Daniel ji aliyê televizyona Swêdî ve zindî hat weşandin û ev her weha li gelek welatan jî zindî hatin belavkirin, weke Almanya, Belçîka û Japonyayê.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".