Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Serokê BDP Demirtaş li Stockholmê

Hat weşandin måndag 21 juni 2010 kl 16.28

Serokê Partiya Aşîtî û Demokrasiyê BDP, Sellehattin Demirtaş û parlamenterê BDP Nûrî Yaman li ser vexwendina siyasetvanê sosyaldemokrat Peter Hultqvist hatin Swêdê. Demirtaş û Yaman vê êvarê li navenda Stockholmê li avahiya ABFê civînekê ji bo gel li dardixin.

Li gorî pîlanên destpêkê dê Demirtaş bi serokê DTP qedexekirî Ahmet Türk re di meha gulanê de bihata Swêdê, lê ji ber ku Ahmet Türk li Tirkiyê bû hedefa êrîşekê serdan hat paşvexistin.

Selehattin Demirtaş û Nûrî Yaman îro ewil bi sekreterê Partiya Sosyaldemokrat Ibrahim Baylan re rûniştin. Piştre jî bi endamên komisyona karê derveye ya parlamentoya Swêdê yên sosyaldemokrat re jî hevdîtinek pêk anîn.

Rojên pêş me jî dê Demîrtaş û Yaman bi siyasetvanên sosyaldemokrat û yên ji partiyên din re çend hevdîtinên din jî çêbikin.

Siyasetvana sosyaldemokrat Evin Çetîn armanca serdana Sellehattin Demirtaş wuha îzah dike:

- Armanc ew e ku em di navbera BDP û Partiya sosyaldemokrata Swêdê de dostaniyekê ji bo pêşerojê saz bikin û her weha Demirtaş di derbarê siyaseta dewleta tirk ya di warê pirsa kurd de nêrînên xwe pêşkêş bike, dibêje Çetin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".