Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Partiya Jîngehê amadeya hevkariyê ye

Publicerat tisdag 28 september 2010 kl 11.40

Partiya Jîngehê amade ye ku bi hikumeta alinasê re, li ser siyaseta penaberû û integrasyonê hevkarî pêkbîne. Sedema vê jî ku Demokratên Swêdê di pirsên wiha de nekarin bandor bihêlin. Dîdara navbera serokwezîr Reinfeldt û berdevka Partîya Jîngehê ya roja dûşemê, hate dîyar kirin ku Partiya Jîngehê dê nekeve hikumeta aliansê, lê belê di çend pirsan de hevkari bi hikumeta kêmjimari re, ji bo çareser kirina rewşa parlemenê dikare bikeve rojevê.

Partiya Jîngehê di nava hefteyek de ji biryara xwe ya Na yê, derbasê hevkariya xwe ya hikumeta aliansê bû,  di heman demê de tê gotin ku hevkariya bi aliya sorûkeskan jî dê wek berê dom bike.

Berdevka Partiya Jîngehê, Maria Wetterstrand dixwaze ku, ew berpirsiyara xwe ya li hember rewşa siyaseta dahatû hilbigirin.

 - Em ji bo peydakirina çareseriyan ji bo çend pirsên taybet yên parlemenê de  amade ne. Pirsa herî giring di vê  rewşê de, pirsa penaberî û integrasyonê û mafê hevwelatîtîyê ye , ev jî ji bo pêşîlibergirtina Demokratên Swêde ye ku nekarin hêza pozîsyona xwe  bikarbînin û li ser wan pirsan xweî bandor bibin.

 Dê  4 sal hikumeteke kêmjimari ya burjuva li ser Swêd hikum bike ku bikarin piştgirîa pirjimari ji partiyên din werbigirin. Pêşwaziya ku Partiya Jîngehê, bibin partiya pêncem di hikumeta aliansede  ji Reinfeldt nehatiye daxwaz kirin.

Lê Partiya Jîngehê yekem bû ku destê alikariya xwe dirêjê kir ji bo çareserkirina pirsên li ser integrasyon,
û koçberîyê.û  herwuha dibe ku mirov çareyan bibîne ji bo pirsên ku blokan ji hev cûda dike ango mayîna leşkerên swêdî li Afganîstanê û ka heta kengê dê dom bike.

 Gelo aliyê sorûkesk li vê hevkariyê çawan dinêrin?

Maria Wetterstrand diyar dike ku Partiya Çep bi tundî li hember hevkariya Partiya Jîngehê bi hikumetê re ye.

Berdevkê siyaseta penaberiyê ji Partiya Çep Kalle Larsson bawer dike ku ev taktîkek çewt  e..

-Ez bawer dikim ku ev taktikek û herwuha stratejiyek şaş e dema mirov pêşwaziya  Moderatan ji bo gotubêja ser siyaseta penaberi bike. Dîsa jî partiya hikumetê bû 4 sal e  hikum kiriye ku kome-paşveşandina penaberan ji welatên şerê re pêk hatiye û sedemên jinên xwediyê zarokên bêhiş têra wergirtina mafê penaberiyê nekiriye. Ez bawer dikim ku mirov siyasetek gelek nêç werdigire ji li hevberê ku ji me re pêdiviye ji bo rêvebirina vê welatê.

Dibêje Kalle Larson berdevkê siyaseta penaberiyê ji Partiya Çep.

Lê belê Magnus Johansson ji rêveberiya Partiya Jingehê wek wî nafikire.

Em vê bûyerê wek berpirsiyariya li ser pirsek gelek dijwar di parlementoyê de binav dikin ku îro li Swêd ava bûye.  Serokwezîrek me heye ku diyar  dike ku ew dikare hevkariya bi sorukeskanre  amade bibe  ku Demokratên Swêdê di navendê de ne. Em ji dixwazin ji hikumetê û hilbijêrên xwe re ragihînin ku hedefa me ew e ku emê ji bo siyasetek çêtir û ciddîtir ji bo Swêdê em, amade ne. Ji mer e siyasetek aktiv pêdivîye ku da ku em bikarin siyaseta dîskrîmînasyon siyaseta xanî, û siyaseta karê biguhirinin ji bo derfeta mirovan ji bo bikare berpirsiyari ji bo jiyana xwe bixwe bigire.

Grunden i vår journalistik är trovärdighet och opartiskhet. Sveriges Radio är oberoende i förhållande till politiska, religiösa, ekonomiska, offentliga och privata särintressen.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".