Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Fredrik Reinfeldt dîsa serokwezir e

Hat weşandin onsdag 29 september 2010 kl 11.24

Êdî bi tevahî diyar e ku Swêd dê bi hikumetek kêmjimarî ,di bin serokatiya Fredrik Reinfeldt de bê rêvebirinê, û ev yek jî , ji aliye gelê Swêdê ve hatiye pejirandin

Li gor pîvana Sifo ango Enstîtuya Swêdê ya ji bo lêkolînên raya giştî, ku di rojnameya Svenska DagBladet de hatiye weşandin, ji sedê 53 dixwazin ku ew herçar partiyên burjûva, rêveberiya kêmjimari dom bikin, bê hevkariya organizekirî bi bloka din re. Ji sedê 31 bawer dike ku ew, bê hevkariya organizekirî ya bi blokê re nikarin dom bikin.

Bi taybet hilbijêrên burjuva dixwaze ku hikumet bi awayê kêmjimarî dom bike, bê hevkariya bi bloka din re , lê belê aliyê mihalif jî niha mayîna hikumetê dipejirîne. Lê belê pirani ji Partiya Jingehê dixwazin ku hikumet bi bloka din re hevkariyan pêk bîne.

Xebata bi avakirina hikumetê dom dike û 5ê çiriya pêşin, dê serokwezîr hikumeta nû û daxuyaniya

Hikumetê bide nasîn. Roja duşemê parlemento bi navxwendinê ve tê vekirinê,

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".