Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Yekitiyên Sendikayan, Demokratên Swêdê ji nav xwe davêjin.

Hat weşandin onsdag 29 september 2010 kl 12.00

Gelek ji Sendikayan dixwazin Demokratên Swêdê ji nav xwe dûr bikin, li gor rojnameya Dagens Nyheter. . Çalakvan ên Demokratên Swêdê nikarin beşdarê Vårdförbundetê bibin ji ber ku ew mercên yekitiyê nayîne cih dibêje seroka sendikayê Anna –Karîn Eklund.

Endamek ji Yekitiya Sendikaya Metal Endustrîyê  ku niha bi navê Demokratên Swêdê ketiye meclisa şaredariyê,  ji aliyê sendikayê ve dê endametiya wî carek din bê lêkolîn.

- Ideolojiyên Demokratên Swêdê li dijê ramanên me ne, lê belê mirov nikare ean otomotîk jî bavêje dibêje cigirê serokî yê Yekitiya Sendikaya Metal Endustrîyê   Anders Ferbe ji Dagens Nyheterê re.

Sandikaya Memûrên Şaredariyên Swêdê berê jî diyar kiribû ku yekî ji Demokratê Swêdê çalakî bike nabe ku  erka baweripêkirî ji sandikayê werbigire.

Sendikaya Akademisyanan SSR çalakvanek Demokratê Swedê  di hilbijartina 2006 de, avêtibûn.  Li gor daxwaziya endamên din ên sandikayê  li endamên Demokratên Swêdî lêkolîn hatibûn pêkanîn û endameti jî li gor kesan tên biryar dan.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".