Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Lênerîna Anna Lindh dê bê lêkolîn

Hat weşandin onsdag 29 september 2010 kl 15.40

Nexweşxana Karolinskayê dixwaze ku lênêrina li ser kuştina Wezira Derve Anna Lindh, bê lêkolîn. Nexweşxane dosyayê ber bi çav kiriye û bawer nake ku çewtiyek çêbûye lê belê dîsa jî ji Midûrîyeta Giştî ya Karûbarên Civakî, bi Swêdî, Social Styrelen daxwaza lêkolînek bêalî dike.

Sedema vê jî ev e ku bernameyek dê nezikde di Kanala 4 ya Televizyonê de bê nîşandan,  dê qala lênêrina  çewt bike li gor  Karolinskayê.

Di 10 meha îlonê de, di  sala 2003 an de êrişek bi kêr li dijê Anna Lindh di dikana NK de hatibû pêk anîn, piştî bûyerê  hişê wê di serî de bû. Di raporên pêşî de ku hatibûne ragihandin, kêr li milê wê ketibû û rewşa wê ewqas nêç nebû. Ew birine Nexweşxaneya Zaningeha Karolinskayê li Solnayê ku ameliyat bikin.

Paşîre yekî 24 salî bi navê Mijalo Mijailovic ji aliyê Dadgeha Biling ve ji ber gumana mêrkujî  hat girtin û ceza kirin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".