Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Beşdariya hilbijartinê kêm e li taxên "milyonprogramî"

Hat weşandin onsdag 29 september 2010 kl 17.19

Li taxên bi pir niştecîhên biyanî, beşdariya hilbijartinê kêm e di nav kesên ku li derveyî Swêdê çêbûne û mafê wan yê hilbijartinê heye. Beşdariya hilbijartinê vê carê jî li vir li binya %50 bû, li gorî Daîreya Hilbijartinê Valmyndigheten. Li hinek herêmên hilbijartinê mîna taxa Rinkeby ya Stockholmê, beşdariya hilbijartinê %37 bû. Partiyan hêviya guherînekê dikir lê wiha nebû.

Awad Hersi ji partiya Jîngehê Miljöpartiet ji Rinkeby’yê ji bo meclîsa sharedariya Stockholmê hatiye hilbijartin. Ew dibêje ku mîna carên din xebata partiyan ya ji bo mobîlîzekirina hilbijêran dîsa bin ket. Awad Hersi dibêje pir mirovên li van taxan mafên xwe yên demokratîk nas nakin. Gelek kes nizanin ku mafê wan yê hilbijartinê heye. 

Ev kêmnasîna mafên xwe ya swêdiyên nû, metirsiyek e ku siyasetmedaran hilbijartin li dû hilbijartinê nekarîne çareseriyekê jê re bibînin. Lê sedemên din hene ku mirov naçin ser sindoqan. Siyasetzan û doçent Magnus Dahlstedt yê Zanîngeha Linköpingê dibêje sedemek girîng ya beşdariya kêm hesta rojane ya ”biyanîtiyê” ye:

- Ev hesta ku mirov mîna biyanî tën dîtin şopên xwe çêdike. Ev hest digel rasthatina cûreyên cûdakariyê li deverên cûda yên civaka Swêdê ya ku em dizanin ku heye, dibge sedemê ku mirov bifikirin ku eger Hun rêzê nîşanî min nedin li civaka Swêdê, baweriya we bi min nîn be, çima ez dê baweriyê bi we bînim mesele bi hilbijartina partî û nûnerên siyasî? Doçent Magnus Dahlstedt dibêje.

Diyar e zêdebûna berendamên ji grûbên etnîk yên cûrbecûr û xebata wan ya ji bo diyaloga bi hilbijêran re, zêde ne serkeftî bû. Magnus Dahlstedt dibêje baweriya mirovan bi wan siyasetmedar jî nayê.

Yek ji namzetên hilbijartina îsal, Evîn Çetîn bû. Çetîn ji Stockholmê berendama parlemanê ya parlemanê bû. Li gorî wê jî besdariya kêm ya hilbijartinê, bi bêbaweriya mirovan ya bi siyasetê ve girêdayî ye.

Namzetek din ya hilbijartina îsal Gulan Avci ya ji partiya lîberal ya gel Folkpartiet bû. Ew hat hilbijartin ji bo meclîsa şaredariya Stockholmê. Avci dibêje ku beşdariya kêm ya hilbijartinê ji bo demokrasiyê pirsgirêkek e û ev binketinek e ji bo hemû partiyan.

Taxa Rinkeby-Kista ji 14 taxên Stockholmê ya herî bakurî ye. Li vir 45 000 mirov ji zêdeyî 100 aliyên cûrecûr yên cîhanê hene. Di hilbijartina sala 2006an de beşdariya hilbijartina meclîsa şaredariyê ya kesên hemwelatiyên welatên din kêmî %50 bû.  

Di hilbijartina îsal de jî dîsa wiha bû, digel ku hinek partiyan di rojên dawî yê hilbijartinê de pir kes birin ser sindoqan jî.

Partiya muhafezekaran Moderaterna yek ji wan partiyan bû ku dixwest encamê baştir bike lê serneket. Berevajiyê wê, wan deng wenda kir, Bo Sundin yê serokê rêvebiriya taxa Rinkeby-Kista’yê dibêje. Ew du sedeman dibîne ji bo kêmbeşdariya hilbijartinê. Yek jê, krîza aborî ya ku pir mirov bêkar hişt û ya duyê jî kêmzanîna mirovan ya li ser mafên wan:

- Erê, rast e divê em hîn bêhtir bixebitin ji bo ku bêhtir kes dengê xwe bi kar bînin. Wekî din jî ez bawer dikim ku divê bêhtir agahî bê dayîn ku girîng e mirov beşdarî hilbijartinê bibe. Mesele ew e jî ku mirovên niha li vir dijîn û yên berî bi çar salan li vir dijiyan ne heman mirov in. Mirov bar dikin û ev jî zehmetiyê derdixe pêşiya me di warê ragihandina agahî û zanyariyê ji bo hemwelatiyan, Bo Sundin dibêje.

Hêviya ku dê ev hilbijartin dê di warê beşdariyê de cûda be ji yên salên din, bi cîh nehat li herêmên bi pir niştecîhên li derveyî Swêdê çêbûne, Magnus Dahlstedt, siyasetzan û doçentê zanîngeha Linköpingê dibêje. Û nisbî jî, ev binketina hevgirtina Alyansê ye, Dahlstedt dibêje:

- Bi awayekî em dikarin vê mîna nîşaneyekê bibînin ku Alyansen binketiye ji ber ku ev çend sal in ku partiyên hevgirtina Alyansenê gotine "em ji bo taxên bajêr têbikoşin, divê em hilbijêran bixin nava tevgerê, bikin ku hilbijêrên taxan mîna adetê rayên xwe nedin sosyaldemokratan lê bidin bûrjûwa”. Lê ew zêde ser neketin, Dahlstedt dibêje.

Li taxên bajarên Malmö û Göteborg û deverên din jî, yên ku li wan hejmara kesên li derveyî welêt çêbûne bilind e, beşdarî kêm e ji bo meclîsên wilateyê û şaredariyê.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".