Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Bêtir Swêdî nasnameya xwe vedişêrin

Hat weşandin torsdag 30 september 2010 kl 12.12

Bêtir Swêdî dixwazin nasnameya xwe ji ber karên xwe veşêrin. Bi taybet jî karmendên dadmendê. Hejmara kesên ku nasnameya xwe vedişêrin hersal li Swêdê ji sedê 6 bêtir dibe.

Yekitiya Sendikaya Jusek dixwaze niha ji hemû karmendên dadmendî re veşartina nasnameyên wan mimkin bike herçend gefên aşkere li ser wan nebe jî.

Û ew dixwazin ku hikumet ku li ser vê lê bikolin da ka ev dikare pêk were an na.

Serokê Jusekê ji seksîyona  dozgerîyê Oscar Strömblad, diyar dike;

-  Niha wisa ye ku gelek caran divê  pêşî gefek hebe, paşî bikarin nîşana sirveşartinê werbigirin. Ew dem pirsgirek derdikeve lewra agahdari li ser wan belav bûye ji xwe û ev veşartin jî êdi ew qas bikêr nine,

Dibêje  Oscar Strömblad

Ewlehiya li ser karmendên dadmandiyê ku dîsa bûye pirsa fokusê, ji ber ku dadgerekî ji xwe ji dadgehê ji ber gefan xwe  paşve kişandibû.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".