Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Jînen ducanî tên diskirîmîne kirin

Hat weşandin torsdag 30 september 2010 kl 14.09

Çar jin ji ber ducanî ya xwe ji aliyê Kaseya Sigorteyê, bi Swêdî Försäkringskassayê ve hatine  diskrîminerine kirin Ev li gor biryara Dadgeha Istînafê / Hovrätten hate peyîtandin.

Ev jin wek şofêrê otobûsê, hemşîre kar dikirin û ji ber êşa pişta xwe û qorika pişta xwe ve ji aliyê doktoran ve nexweş hatibûne nivîsandin. Kaseya Sigortê van êşan wek nerehetiyên ducaniyê asayî dît.

Lê dadgeh vê pirsê bi awayek din dinirxîne.  Herwuha dadgeh cezayê tazmînatê ku hê di dadgeha destpêki de hatibû biryardan ji her yek ji wan re ji  50 000 daxiste 15 000 kronan.

Ji bo 14 dabaşên din re jî  kul i bendê ne, girêdaya Kasê ya ka dê li hember biryarê îtiraz bikin an na.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".