Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Xelatwergirên xelata Right Livelihood hatin eşkere kirin

Hat weşandin torsdag 30 september 2010 kl 16.33
Xelatwergirên xelata Right Livelihood. Foto: Right Livelihood Award.

Vê salê çar kes xelata bi nav û deng ya Right Livelihood werdigirin û dê perên xelatê yên dibin 200 000 euro dê par bikin ser van çar kesan. Di nav xelatwergiran de çalakdarekî jîngehê heye ji Nijeriya yê, Nnimmo Basey, yê ji ber karê xwe bo bihêzkirina tevgera jîngehî li Nijêriya yê û hem jî di temamê cîhanê de bo vê xelatê hate hilbijartin.

Xelatwergirekî din metiran Erwin Kräutler e ji Berazîliya yê, ew hate hilbijartin ji ber karê wî bo mafên mirovatiyê û ekolojîk bo xelkên destpêkî. Ji bilî van herdu kesan du rêxistinên xebata mafê ekolojîk û mafê mirovatiyê dikin hatin hilbijartin bo xelata Right Livelihood. Shrikrishna Upadhyay û rêxistina Sapros ji Nepal û rêxistina Physicians for human rights ji Israel.

Bêhtirînê cara navê ”xelata nobel ya alternatîv” li xelata Right Livelihood bû ye û ev xelat hate damezirandin di sala 1980 de ji aliyê filatelist Jakob von Uexkull ve,  yê kar dikir di warê çêkirina pûlan de û her sal di parlamana Swêdê de tên belav kirin, bi piştgîriya partiyên parlamanê ”bo rêzgirtin û piştgirîya wan yên çaraserkirinên bikêrhatî û praktîk peyda kirinin bo pêşbirkexwastinên herî mezin yê vê serdema me”.

Wî pêşî xwest balkêşiya waqfa Nobel bikişînê vê hizrê, lê bersiva wan ne erenî bû û ji ber wê jî wî biriyar da ku ew dê biserê xwe vê xelatê fînase bike bi perên xwe yên da hev piştî firotina komek pûlên hêja yên wî danîbûn ser hev. Û ji wê demê de ta nuha her gelek kesên privat jî pere danin vê xelatê wekî diyarî.

Nnimmo Basey ji Nîjêriya xelatê werdigire ji ber sedama ku wî encamên bisehm yên ekolojîk û mirovatiyê yên hilberandinên warê petrolê, eşkere kir û hem jî ji ber bandora wî ser tevgera jîngehî li Nîjêriya yê û li cîhanê.

Serokê xelata Right Livelihood Award Foundation, Ole von Uexkull wisa dibêje:

- Rewşa îro li Nîjêriya yê ya ew wekî rêxistineke jîngehî tê de kar dikin, gelekî bi bandore berfirehbûna petrolê yê di wî welatî de, ya bûye sedama ku xirabbûneke mezin ne tene ji aliyê sîstema ekolojîk de lê herweha ji aliyê mercên jiyana mirovan, ware çandinê ya bandore li wê bûye ji ber çizirandina petrolê li wê derê.

Rêxistina Nnimmo Basey alîkariya wan mirovan dike ji aliyê karên qanûnî ve, lê herweha bi karê kampaniyayên cuda jî siyasetê birêve dibin bo guhertina rewşa li dar.

Belav kirina petrolê û berfirehbûna wê li Nîjêriya yê felaketeke jîngehî ya berdewame û kêm caran tên ser bahs kirin di cîhanê de û ji ber vê yekê jî, juriya xelata Right livelihood dixwazin nuha biguherin û vê yekê eşkere bikin.

Serokê waqfê Ole von Uexkull bi xwe çû yê Nïjëriya yê û bi çavên xwe dîtiye bê rewşa gundiyan bi çi awayî ye:

- Petrol dihereke yekser nav erdên çandinê yên gundiyan. Dema ez li wê derê bûm min bi xwe mirov dîtin di nav wê petrolê rawestiyayî cihê di şûna wê de dê mehsûlê wan ba ye. Tu care ji wan re tune ne û mecbûr dibin wî mehsûlî bixwin yên şîn tê di nav petrolê de.

Waqfa xelatê bêhtirînê caran xelatê didin kesên di welatên hejar de yên bale dikişînin wan astengiyên henin li hawirdora wan de û yên hatinin jibîr kirin li welatên rojava de. Serokê weqfê felaketa li Nîjêriyayê wekî nimûneyekê dibîne:

- Ev felaketeke bi rastî û xwedan bandoreke mezine ser mirovan û ji aliyê şirketên petrolê ve tu balkêşî diyar nekirinin danberhev bi felaketa li dar ketiye li derveyê deryaya Amerîkayê.

Ji berk u welatekî dewlemend e û kamereyên telefiziyonan berê wan bi wê derê ve ye, lê li Nîjeriyayê kes vê xirabiyê nabînê.

Ole von Uexkull ji waqfa Right Livelihood.

Xelatwergirekî din Metran Erwin Kräutler e ji Berazîlê, ew xelatê werdigire hem ji ber karê wî yê dirêj bo mafên xelkên destpêkî yên mirovatiyê û yên ekolojîk jî , û hem jî ji ber zehmetdanên wî bo ku daristanên Amazonayê xilas bike û biparêz e.

Shirikrishna Upadhyay li gel rêxistina Sappros ji Nepal hatin pejirandin bo ku wan di gelekê salan de nîşana hêzeke xurt diyar kirinin di mobilize kirina civakên herêmî de hember gelek sedemên hejariyê. Her di bin tahdîdên zoriya siyasî jî de û reşên ne ewle de.

Rêxistina Physiscians for human rights-Israel, xelatê werdigirin ji ber têkoşîna wan ya bi hêz bo mafê lênerîna tenduristiyê bo her kesî li Israîlê û Filestîn.

Xelata Right Livelihood tên belav kirin resmî di şeşê heyva dunazdan de li parlamana Swêdê.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".