Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/
SÄPO

Tehdîta terorê ji nava Swêdê ye

Hat weşandin fredag 1 oktober 2010 kl 16.28
Anders Danielsson.

Îstixbarata Swêdê Säpo îro diyar kir ku tehdîta terrorîzmê ya li dijî Swêdê zêde bûye û  bi vî re wan jî amadekariyên ewlekariyê xurttir kirine. Bi ya çavkaniyên îstîxbarî, tehdîta terorê ji hundirê Swêdê bi xwe tê û hetanî niha tu car asta tehdîtê ewqas bilind nebûye.

- Di çarçoveya wê xebata îstîxbarî de ya ji bo ewlekariyê tê meşandin em gihane wê encamê ku tehdîta li hemberî Swêdê ji hundirê Swêdê bi xwe ve zêde bûye. Ev nirxandineke me ye li ser bingehê nîyeta hêzek û kapasîteya hêzek li hundirê Swêdê ku cûreyek çalakiyek terorî li dar bixe, dibêje Anders Danielsson, şefê Säpoyê. 

Biryara bilindkirina asta tehdîta terorê di nîvê meha îlonê de ji aliyê Anders Danielsson ve hat dayîn. Säpoyê vê biryara xwe li ser bingehê agahiyên ji Navenda Nirxandina Tehdîta Terorê ya Netewî, NTC, da. Di nav vê navendê de her weha Dezgeha Sînyalên Radyoyî ya Parastinê FRA û Îstixbarata Leşkerî MUST jî cîh digirin.

Di dîroka modern ya Swêdê de cara yekem e ku asta tehdîta terorê digihe dereceyeke ewqas bilind. Asta tehdîtê ji pênc dereceyan pêk tê. Niha ast ji dereca didûyan ya kêm tehdît bilind bûye dereca sêem ango ”tehdîteke bilindkirî”.

Lê bi welatên din yên ewrûpî re qiyas dereca tehdîta terorê hîna jî li Swêdê nizim e.

- Ji ber vê jî tu sedem ji bo panîkbûnê tune ye, kontrola me ya li ser rewşê baş e. Û belavkirina agahiyan jî nîşana baweriya xurt ya bi me re ye, dibêje Danielsson.

Säpo naxwaze aşkera bike da hêza ku jê şik tê kirin kîjin e, û her weha nade zanîn jî da gelo kes hatiye girtin an jî hişyarî  ji welateke din ya rojavahî hatiye an na.

Bi ya pisporên terorîzmê îhtîmaleke mezin ev hêz, heta îro weke rêxistin an jî grûpên terorê nehatine qeydkirin, lê dikare grûpek li nava Swêdê be ku van demên dawî radîkalîze bûye.

Û ji Îstixbarata leşkerî MUST, şefê ewlekariyê Jon Daniels ji navenda nûçeyên Radyoya Swêdê re dibêje çend kesên di grûpekê de hene ku li niyet dikin li hemberî hedefên li Swêdê çalakî li dar bixin. Jon Daniels naxwaze navê grûpê bide.

- Lidarxistina çalakiyek jî îro dûrê îhtîmalan e, dibêje Daniels.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".