Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Bangên hişyariyê ji bo tehdîta terorê

Hat weşandin måndag 4 oktober 2010 kl 16.36

Tevî ku çend welat hişyariya kiryarên terorê dikin li Ewrûpayê, û banga hesasiyetê dikin, ji Swêdê heta niha zêde deng derneketiye. Weke mînak şîrketa balafiran SAS kêmbûnek rêwiyan ferq nekiriye piştî bilindbûna bangên tehdîta terorê li Ewrûpayê. - Rewş bi berdewamî tê şopandin, Cecilia Julin ya berpirsa ragihandinê ya Wezareta Karê Derve, UD, ji ajansa nûçeyan TT re dibêje.

Wezareta karê derve ya amerîkî ji yekşemê ve bang li amerîkiyan kiriye ku bi şêweyek giştî dîqet bikin di dema rêwîtiya xwe ya li Ewrûpayê.  

 

Wezareta karÊ derve ya îngilîz hişyariyên bêhtir taybet dike. Îhtîmala tehdîtê li Almanya û Fransa ji pileya ”giştî” bilind bûye ”bilind” ango îhtîmala êrîşê ”pir bilind” e.

 

Asta ”bilind” li Fransayê hema di bin asta herî bilind de ye.

 

Lê tu welat heta niha tawsiye nekiriye ku hemwelatiyên wan rêwîtiyan nekin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".