Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Xelata Nobelê îsal diçe ji Robert Edwards re

Hat weşandin måndag 4 oktober 2010 kl 16.46

Xelata Nobelê beşê tib/fîziyolojî ya îsal diçe ji Robert Edwards ê îngilîz re. Robert Edwards xelatê werdigire ji bo ku wî rêbazên avisbûna tûpî afirandiye. Wî ev yek digel hevkarê xwe yê niha nesax, Patrick Steptoe, kiribû.

Sala 1978an yekemîn zaroka tûpê hat cîhanê bi saya lêkolîna navdar ya Edwardsî; ku bi qasî nûjen bû, ewqasî jî mijara nîqaşan bû. Niha li dor 4 milyon zarok bi tedawiya tûpî hatine cîhanê. Li Swêdê salê li dor 3 000 zarok bi vê rêyê çêdibin.

Avisbûna tûpî, IVF ango avisbûna ’in vitro”, tê wateya ku hêk li derveyî laşê jinê bi tovên zilam tê pîtandin. Piştî wê embriyo di malzaroka jinê de bi cîh dibe bi armanca ku li wir bimîne. Pîtandin bi du şêweyan dibe. Yan bi rêya spermên ku li gorî şiyana xwe di pêşbirkê de ne bo bigihîjin hêkê, yan jî sperm bi rêya derziyek pir tenik di hêkê de tên bicîhkirin.

Profesor Bo Angelin yê civata Nobelê, xelatê şîrove dike: 

- Yek dikare bêje ku vê carê piraniya mirovan meselê fêm dikin. Û girîngiya vê jî her di wê de ye ku hejmarek mezin mirov, ji ber sedemên cûda, nikarin bibin xwedî zarok, û ev rêbaz pir alîkariya wan dike. Û heyecaneke xweş dide mirov ku ev yek bi saya yek kesî, bi çend keşfan, mimkun bûye. Yanî ji fikir ta zarok, Angelin dibêje.  

Profesor Edwards 85 salî ye û ewqasî nexweş e ku nikare şîroveyekê bide, hevkarên wî dibêjin ajansa nûçeyan TT. 

Her yek xelata ji Weqfa Nobelê, îsal jî her 10 milyon kron e.  

Göran K Hansson, sekreterê Civata Nobelê li Enstîtuya Karolinska’yê bi çar zimanên ku Alfred Nobel dipeyivî; swêdî, îngilîzî, fransî, rûsî, xelatê eşkere dike:

Civata Nobelê li Enstîtuya Karolinska’yê îro biryar daye ku xelata Nobelê ya fîzyolojî yan jî tibê, ya sala 2010an bide Robert Edwards ji bo pêşxistina berhemdariya In Vitro’yê. 

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".