Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

WD banga balkêşiyê ji bo gefa terorî dide

Hat weşandin tisdag 5 oktober 2010 kl 11.06

Wezareta Derve ya Swêdê ber gefên terorî, amojgarî û şîretan  ji hemwelatiyên xwe di rêwîtiye nav Ewrupayê de guhert û banga bêtir baldarîyê kir.

Wezereta Derve,  bi Swêdi Utrikes Departementet, di malpera xwe de dinivîse ku rêwî divê êdî baldar bibin; li  cihê vekirî de ,li  nêzikê avahiyên fermî, li ber cihên turîstî, di wesayîtên giştî, di dikanan de û cihên din ku gel kom dibin.

Herwuha divê, mirov  li ser pêşveçûnê de jî, li ser  ewlekeraiyên daireyên fermî de jî ji bo rêberiyên ewlekariyê agahdar bibe.

Bi heman awaye roja yekşemê Wezerata Derve ya Amerikayê jî  banga hemwelatiyên xwe kir ku di dema rêwitiya xwe ya  Ewrupayê de bi taybet baldar bibin. Tavsiyeyên herdu welatan jî bi giştî li ser rêwîtiya Ewrupayê bû.

Brîtanî bêtir konkretin û dereceya riskê ji bo Alman û Fransayê ji ”asta giştî” rakirine ”asta bilind”.Li hundirê welêt de dereceya riskê giran e, ango êrişeke muhtemelekê mezin , wek dema berê.

Brîtanî hewruha dereceya riskê ji bo parzeminê jî mezin dinirxînin.

Fransa vê gefê ji xwe re bilind dibîne, ku gavek berya asta bilindtirîn e.

Lê hiç ji van welatan  rêwiyan ikaz nakin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".