Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/

Demokratên Swêdê merasima dêrê protesto kir

Hat weşandin tisdag 5 oktober 2010 kl 13.32
20 parlamenterên SD dêra Storkyrkan terikandin.

Merasima vekirina parlamentoyê îro bi ayîneke li dêra mezin Storkyrkan a Stockholmê destpêkir.

Lê serokê Partiya Demokratên Swêdê(SD) Jimmy Åkesson, ku bi kincên netewî yên swêdî tevlî merasimê bû, piştî demeke kurt Storkyrkanê terikand û bi awayeke protestoyî bi tevî hevalên xwe re derektin derve. Sedemê terikandina merasimê axaftina pîzkopoz Eva Brunne bû:

- Ew nijatperestiya (rasîsma) ku dibêje tu ne bi qasî min bi rûmet î, ku divê mafê te bi qasî yê min tunebe, ku tu ne layiqê jiyaneke azad î, û vê yekê li ser bingeha bi tenê daxwaz dikî – ji ber ku em li deverên cûda yên cîhanê hatine dinê – ev, ne layiqê demokrasiyekê weke ya me ye ku di navbera însanan de cûdatiyê bike, got pîzkopoz Eva Brunne.

Serokê SD Jimmy Åkesson ji ajansa TT re dibêje "pîzkopoz di axaftina xwe de êrîşê ser me kir".

- Ez ewqas aciz im ku hîna jî laşê min diricife, got Åkesson.

Seroka grûpa parlamentoyê ya Partiya Moderat, Anna Kinberg Batra dibêje terikandina dêrê ya Demokratên Swêdê tişteke nedîtî ye û vê partiyê dide dest.

- Heger axaftineke li ser wekheviya mafê hemû mirovan ewqas aciziyan bi xwe re tîne ku ew ji cihê xwe radibin û diçin derve ev bi awayeke zelal nîşan dide ka ev partiyeke çiqas tundetûj (ekstrêm) e, dibêje Batra.

Îro roja vebûna fermî ya parlamentoya Swêdê ye. Bi vî re sala xebatê ya parlamentoyê jî destpê dike.

Parlamento bi axaftina qralê Swêdê Carl XVI Gustav vedibe û piştre serokwezîr Fredrîk Reinfeldt hikûmeta xwe îlan dike.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".