Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Xelata Nobelê a Fizîkê,ji 2 rusîyan re.

Hat weşandin tisdag 5 oktober 2010 kl 14.04
Xelatwergirên Fizikê A Nobelê Sala 2010

Dema kelecana dayîna xelata Nobelê ye dîsa, îro du kesên Rusî xelata Nobelê ya fizîkê ji bo ceribandinên wan yên li ser materialên 2 dimensiyonî ya grafên , ango tebeqeya tenê hinge atomê stûr e.

- Sekreterê akademiya lêkolînê a Şahî bi Swêdî, Kungliga Vetenskapsakademin  Staffan Normark xelatwergirên îsal yên  Nobelê ya fizikî da nasîn:

-Xelata isa lya fizikê li ser materilarek dudimensionî bi taybetmendiyên bêhempa ye. Akademiya lêkolinê ya Şahî îro biryar daye ku xelata  fizikê ya 2010  bide profesor Andre Geim û Konstantin Novoselov, herdu jî xebatkarên  Zaningeha Manchersterê  li Ingilistanê ye. Sedem nîşandan bi vê rengê ye şoreşa  li ser  materialên 2 dimensiyonî ya grafê , ango tebeqeyek ku hinge atomê stûr e.

Rêberiya li ser  materialên 2 dimensiyonî ya grafên , ango tenê hingê tebeqeya atomê stûr e.

Yek ji wan Konsatntin Novoslov ku sala 1974 de li Rusyayê ji dayîk bû ye. Ew him hemwelatê Britanî û him jî Rusî ye, di Zaningeha Manchesterê  de him wek  profesorî , û  Royal Reserch Society  Fellow kar dikeProfesor Andre Geim hemwelatê Hollandê ye û sala 1958 de li Rusyayê ji dayîk bûye.

Ew jî di heman zaningehê de kar dike. Û ew herdû 10 milyon kronên Swêdî werdigirin.

Novoselov ji Ajansa Nûçeyan, TT re diyar dike ku ev sêşem ne wek sêşemek ku wi difikiriya:

-Ev  tiştekî dînîtiye!.

Wî xwestibû ku hinek pîvanan pêşkêşê mêvanên lxwe yên êkolîner bike.

-Niha divê ez lêborîna xwe bixwazim û bêjim da ku ezê di hemû rojê de mijûl bibim dibêje Konstantin Novislov.

Materiala grafê ku xelatê wergirtiye teniktirîn û herwuha zexmtirîn material e. Wek madeya sifirê elektrikê bar dike, germahiyê ji gelek maddeyên din gelek çêtir bar dike lê,, wisa  jî tenik e ku hema hema şefaf e.

Ev grafên ji bo  pêşerojê  rolek mezin dilîze  bêtir di warê elektronik de. Ev material dikare ji transistorên îro gelek zûtir bibe ku dikare computerên bêtir bihêz bike. Û herwuha dikare plastikan jî bike barkerên elektrikî û bikare germahîyê jî bar bike.

Û hinek agahî li ser Xelata Fizikê ya Nobelê:

Di nav wan 186 kesan ku xelata Nobelê ya fizikê wergirtine  tenê 2 jin hene  Madam Curie û Maria Goeppert- Mayer. Maria Curie yekem jinê xelatwergir a Nobelê ye.

Ya heri ciwan ciwantirîn xelatwergire jî. Lawrence Bragg tenê 25 Sali bû dema bi babê xwe re  kristalografiya rontgene  vedît.

Ya herî temenbilind jî Raymond Davis Junior bû ku di sala 2002 de yek ji wan 3 xelatwergiran bû.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".