Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Konferansa SIDA li dij xizaniya cîhanî

Hat weşandin tisdag 5 oktober 2010 kl 16.10

Li gorî Yekîtiya Swêdî ya NY, Svenska FN-förbundet, û Programa Pêşxistinê ya NY, UNDP, hîn jî milyarek û nîv mirov, hema bêje ji çaran yekê nifûsa cîhanê, bê elektrîk dijîn. Piraniya van mirovan li welatên herî kêm pêşketî yên li Afrîka ya başûrê Sehrayê û li Asyaya başûr dijîn. Hîn pir xebat divê û digel ku pere hene jî, welatên alîkariyê didin di armanca xwe de ser neketine. Ev bû mijara konferansa rêxistina alîkariyê SIDAyê ku hefteya derbasbûyî li Stockholmê li dar ket.

Di sala 2000î de bû ku Neteweyên Yekbûyî (NY) armanca hezarsalê danî pêşiya xwe: Weke mînak, heta sala 2015an bi nêvî kêmkirina xizaniyê li cîhanê, kêmkirina mirina zarok û dayikan û imkanê çûna dibistanê ji bo hemû zarokan. Niha deh sal derbas bûne û ji sala 2015an re man 5 sal, nêviyê armancan pêk nehatine û diyar e dê di dema hatibû gotin de jî ser nekeve.

Di navbera 20 û 22ê îlonê de civînek mezin li dar ket li New Yorkê. Dema ku serokên cîhanê, yên ku li civînê bûn, piştî soz û birayên xweş, îcar vegeriyan malên xwe, ji wan îcar hêvî xebatên pratîkî ne. Konferansa li Stockholmê ya hefteya derbasbûyî jî li ser vê bû: civîna New York hat nirxandin û li ser xebata ji niha û şûn de hat axaftin.

- Em pêş de çûne, ji dema me destpê kiriye ve cîhan bûye cîhek baştir ji bo mirovan, lê pirsgirêk ew e ku me ew pêşketina ku diviyabû em bikin nekiriye, Jan Vandemoortele dibêje.

Rêxistina alîkariyê ya Swêdê SIDA bi taybetî ji bo du armancên hezarsalê dixebite: xalên du û pênc – tendurustî û perwerde. Anneka Knutsson berpirsa wî beşî ye li Sidayê. Sedema sereke ya ku em di xebata xwe de bêhtir serneketine ew e ku welatên ku alÎkariyê didin mercan datînin pêşiya welatên alîkarîgir, Knutsson dibêje:

- Ez bawer dikim kelema herî mezin ew e ku armancên hezarsalê yên ji bo pêşketinê, mîna qadek siyasî tên bikar anîn ji bo pirsên xwe yên çandî û siyasî bînin holê, Knutsson dibêje. 

Li gorî wê mesele ne kêmbûna peran e. Pere hene lê pir caran bi merc:

- Li konferansa ”women delivery”, ango ”berhema jinan”, ku hezîrana îsal li dar ketibû, Bill û Melinda Gates milyarek û nîv bexş kirin ji bo vê armanca plana malbatî lê merc danîn ku qet nabe ew pere herin ji kurtajê re. Îcar pêdiviya welatan bi van pereyan heye. Çi dikin? Ew jî radibin hinek tiştan dikin û hinekên din jî nakin. Yanî hemû tişt pere ye. Û tiştê em dibêjin pir girîng e ji ber ku gotinên me şêwirdar in di rêçûna pirsan de.

Ji ber vê alîkariya bi merc, pêşketina aborî jî frên dibe li welatên alîkarîgir – mercê bazara serbest tehdîta herî mezin e, bi ya Jan Vandemoortele:

- Bazara serbest tenê li kara me yên li cîhana dewlemend e û tu welat bi saya bazara serbest pêş neketiye, berevajiyê wê ew bi saya alÎkarî û bi saya gumrikên îtxalatê pêş ketine.

Ji bilî wê divê ew heqê patentê bidin ji bo malê ku me pêş xistiye, û ev jî pêşketina wan hîn bêhtir radiwestîne.

- Ew jîne me kiriye. Swêdê ji Belcîkê kopya kiriye û Belcîkê ji Swêdê kopya kiriye, me hemûyan bi kêfxweşî ji hev kopya kir di sedsala 1900an û ya 20emîn de. Lê niha piştî ku me halê xwe xweş kiriye û pêde, îcar em dixwazin ew [welatên pêş dikevin] bimeşin li gorî qaîdeyên ku me bi xwe neşopandiye. Divê em van mercan biguherin, Jan Vandemoortele dibêje:

- Sîstema heyî li gorî berjewendiya welatên dewlemend ava bûye û divê em vê yekê biguherin. Ev bi serê xwe tiştê herî girîng e ku divê em bikin; berjewendiyên pir mezin li holê hene û bêgûman divê civaka me, digel ku zor e jî, xwe li gorî vê yekê eyar bike, Vandemoortele dibêje.

Ji ber ku di heman dema ku welatên alîkarîdêr nîqaşê dikin li ser gelo pêdiviyên welatên alîkarîgir çi ne, dem diherike diçe, û her roja ku diçe, şansê kêmkirina xizaniyê jî kêm dibe.

- Pir zêde wext û heqê veguhastina peran diçe li van danûstendinên li ser çend gotinên di nivîsarên fermî de û ez her carê difikirim: her deqeya ku mirov li ber wê maseyê rûdine, jinek dimire ji ber ku em xwe nagihînin wê, ji ber ku em hîn jî nîqaşê dikin li ser gelo çi pêdiviya wê heye. Bihêlin bila ew bi xwe bêje çi divê! Anneka Knutsson dibêje.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".