Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/

Kildaniyan jî deng dane Demokratên Swêdê!

Hat weşandin onsdag 6 oktober 2010 kl 10.27
Erik Almqvist Sekreterê Çapemenî yê SD

Li taxa bi pirbiyanî Södertäljejê, ku li başûrê Stockholmê ye, Demokratên Swêdê / Sverige Demokraterna di hinek cihan de nêzikê ji sedê 8 deng wergirt. Gelek ji wan kesan xwediyê ramanên li dij bîyanîyan in, lê vê partiyê dengan ji biyaniyên wek xiristiyanên Kaldê, Iraqî wergirtine.

Sergon Yalda serokê Chaldean National Congress li Swêdê banga nêzikê 6000 kaldiyan li Södertäljejê kir  ku dengê xwe bidine Demokratên Swêdê, vê bangê jî piştî dîdara xwe ya bi Jimmy Åkesson re anî cih. Li gor Yalda Demokratên Swêdê qet jî li dij bîyaniyan nînin.

-Berevaj! Demokratên Swêdê û Jimmy Åkesson bi giringî û bi dijwarî nîşan dane ku  piştgiriya  Xisristiyanên ji Rojhilata Navîn dikin.

Dibêje Sergon Yalda, Ew bawer dike ku  dema Jimmi Åkesson serdana komeleya wan li Södertäljejê kiribû, gotibû ku ew dixwazin bêtir  bîyaniên xirîstiyan bên, û ku ew dixwazin mafê penaberiyê li Swêdê û di welatên Yekitiya Ewrupayê de  ji kaldiyan re hêsantir bikin.

Lê belê Erik Almqvist sekreterê çapemeniyê,diyar dike ku Jimmy Åkesson tu carê vê peyvê nekiriye:

-Ez bawer nakim ku vê gotibe, ehh ez bawer dikim ku di rastiyê de wisa negotiye, ew li ser penaberiya giştî ya xiristiyanî peyîvîn, ku em  ji penaberiya xirîstiyanî re bêtir vekirîne,  dema penaberên xirîstîyan tên, ,  pirsgirekên me yên segresyonî û nelihevkirinên li gor penaberên misilmanan kêmtir dibin.

Filîmek videoyê ji dîdarê tomarkirî heye, li wir Jimmy Åkesson bersîva pirsên dide; ka da dixwaze alîkariya bêtir bîyaniyên xiristiyan bike.

- Heta astekê bawer dikim. Ev girêdaya ka çend kes in; pirsgireka mezintirîn ew gruba mezin ya  koçberên misilmanan e, û mirov ku bikare bi sînor bike, tu dijberiya me li hember ,penaberiya xirîstîyaniyê tune ye.

Belê Jimmy Åkesson dibêje ku ew ne li hember koçkirina xirîstîyanî ne, heta ku koçberiya misilmanan bêsinorkirinê, û bêtir xiristiyanên Îraqî dikarin bêne vir, ew jî heta astekê. Ew çewtfêmkirinek e ku Sergon Yalda vê wek alikariya Demokratên Swêdê ji bêtir xiristiyanên Rojhilata Navîn re dinirxîne, bi baweriya Erik Almqvist. Demokratên Swêdê dixwazin koçberiya ji derveyê Ewrupayê bi sedê 90 kêm bikin.

- Em dixwazin herî pêşî ji koçberiya ji derveyê Ewrupayê kêmtir bikin, lewra ev demek dirêj e ku têra xwe mezin e.

-Iraqî ji derveyê Ewrupayê ne!

-Rast e bêguman, em dixwazin koçberiya Iraqî jî kêm bikin.

- Lê hûn dê çawan bikarin alikariya Kaldiyan bikin, ku bên vir, vayê hûn dixwazin ku koçberiya ji derveyê Ewrupayê kêm bikin?

-Belê lê em naxwazin koçberiya kaldiyan bilindtir jî bikin. Ev tiştek şaş e. Wî şaştêgihiştiye. Min jê re got ku Jimmy tiştên wuha nabêje. Ev ne gotinên wî ne.

Lê belê li gor Sergon Yalda, peyama Jimmy Åkesson zelal bû. Û ger ev lê neyê, ango ger Demokratên Swêdê kêmkirina koçberiyên xiristiyanên ji derveyê Ewrupayê jî bixwaze, dê ew di hilbijartina bê de, carek din bêtir lê binêre.

- em dê hilbijartina bê de lê binêrin.

Dibêje Sargon Yalda serokê Cghaldean National Congress li Swêdê

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".