Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Wezîrê nû yê entegrasyonê naxwaze sînorên Swêdê bigire

Hat weşandin onsdag 6 oktober 2010 kl 17.25
Wezîrê nû yê entegrasyonê, Erik Ullhagen.

Sekreterê berê yê Partiya Gel ya Liberal Erik Ullenhag, cih wergirt di hukûmeta nû de ya doh hate eşkere kirin. Ew dê bibe berpirsê pirsên entegrasyonê, karê Nyamko Sabuni yê berê.

Erik Ullenhag dibe wezîrê nû yê entegrasyonê bin wezîra bazara kar ya moderat de, Hillevi Engström. Bi vê yekê jî pirsên girêdayê entegrasyonê dibe beşek ji karê wezareta bazara kar, ev nîşaneke zelel e ku Reinfeldt û hukûmet li pirsên kar dinerin wekî roleke navendî di entegrasyoneke serkeftî.

Reinfeldt beriya nuha gotiye ku dixwazin xeta kar bihêz bikin. Encamên ê armancê jî dibe ku wezareta entegrasyon û wekheviyê ra dibe. Û Nyamko Sabuni her dê kar bike bi pirsên wekheviyê re, wek wezîra wekheviyê û cêgira wezîrê perwerdeyê. Ew dê berpsiyara SFI yê ji be, xwendina zimanê swêdî bo biyanyan. Lê li hêla din meselên girêdayê eqeliyên neteweyî dimînin ba Erik Ullenhag.

Li gor dîtina wî pirsên entegrasyonê ji pirsên herî giring yên pêşerojê nin bo Swêdê û ew dê kar bike bo siyaseteke koç a destfireh û comerd:

- Şîroveya herî giring di van salên dawî de ku adeta swêdî berdewam be û Swêd gerek vekirî be hember cîhanê. Swêd dê hejartir bibe eger em sînorên xwe bigirin. Koçkirina bo Swêdê me dîrokî dewlendtir kiriye û dê berdewam be bi dewlemend kirina me, lê helbetê: bo dîtina faydê ji koçkirina xelkê bo swêdê gerek em berpirsiyariya entegrasyonê jî rakin. Integrasyoneke serketîtir ji berê.

Erik Ullenhag dibêje jî giring e herkes têbigihêjin ku ne demokratên Swêdê yên xwedan çareserkirinên astengiyên entegrasyona Swêdê nin:

- Ew partiyek yekpirsî nin û ji biyaniyan hez nakin. Tu çareserkirinên wan tune nin peyda kirina karên nû, û sûc davêjin ser biyaniyan. Çareserkirinên wan tune nin bo ewle kirina cade û meydanan û her sûc davêjin ser biyaniyan.

Lê her dîsan jî divê em bi çavekî cidî li wan kesên nerazî binerin yên dengê xwe dan demokratên Swêdê û ew nearamî ya bi wê hest dikin ji aliyê ewleyiya rojanê û entegrasyonê de. Lê çareserkirinên pirsên entegrasyonê ne li ba demokratên Swêdê nin.

Ev dîtin û armancên wezîrê nû yê entegrasyonê bû, Erik Ullenhag. Entegrasyon pirseke giring e û ji ber wê jî partiya jîngehê beriya nuha gotinin ku ew dê hevkariyê bikin bi hukûmetê re di siyaseta entegrasyonê de. Û Bodil Ceballos, endama parlamanê û axaftvana siyaseta koç ji partiya jîngehê, bawer dike ku hevkarî bi Ullenhag re dê bi hesanîtir be danberhev bi Sabuni re:

- Kar kirin û peyda kirina xalên temasê kare bi hesanîtir be bi Erik Ullenhag re danberhev bi Nyamko Sabuni re. Ji ber ku ew ji baskê fikirî yê partiyê yê sosyal liberal e û Nyamko Sabuni çend pêşniyarên kontoversiel dan yên tu piştgîrî wernegirtin di partiya Gel bi xwe de.

Ez carnan hest dikim ku partiya gel pêşniyarên dijberî biyaniyan pêşkêş dikin û ta nuha min tu pêşniyarên bi vî awayî ji wî nebihîstinin.

Dîtina Massoud Kamali, Profesor di karê civakî de li zanîngeha Mittuniversitet, ser Erik Ullenhag, wezîrê nû yê entegrasyonê cuda ya. Ew bawer nake bi guhertina wezîr dê gelek guhertin li da bikevin di siyaseta entegrasyonê de:

-Ez bawer nakim dê tu guhertin li dar bikevin bi Erik Ullenhag wekî wezîr. Partiya Gel naskirî nin bi siyaseteke bi merc û şert, ji beriya dora heşt salan de dema ji siyaseteke entegrasyonê ya liberal çûn ser modêlekî danmarkî bi danîna şert û mercan ser wan kesên tên bo Swêdê ku li gor civaka swêdî bijîn.

Û nuha Erik Ullenhag dest bi vî karî dike, yê her ew jî di wê grupê de ye û bi vê yekê jî tiştek nayê guhertin.

Massoud Kamali dixwaze bêje ku Erik Ullenhag, her wekû Sabuni siyseteke entegrasyonê birêve dibin nêzîk ji siyaseta demokratên Swêdê:

- Ji ber ku Erik Ullenhag di temamê karierê xwe de, nîşan daye ku ew ji pirsên cudatîkirinê hez nekiriye û herweha şîrove kirina pirsên cuda di vî warî de wekî perawêziya di civakê de ya her tên ava kirin ji ber siyasetmedaran.

Di nav wan de partiya wî bi xwe û siyaseta wan. Wî bi xwe her dem li biyaniyan neriye wekî astengiyekê û ku dive li gor civaka swêdî herin dîtinên wî ser entegrasyonê ne dûrin ji dîtinên partiya demokratên Swêdê.

Li Kamali, hebûna partiya demokratên swêdê di parlamanê de dê vê rêyê bi hêztir bike.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".