Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/
HIKÛMETA NÛ

Moderat partiyên hevkar qels dike

Hat weşandin onsdag 6 oktober 2010 kl 17.54
Fredrik Reinfeldt serdestiya moderatan ya nav hikûmetê xurt kiriye.

Serokwezîr Fredrik Reinfeldt hikûmeta xwe duh da nasîn û bi vî re ewê ji hikûmeta herî mezin ya Ewropayê re serokatî bike. Hikûmeta nû ji 24 wezîran pêk tê. 7 wezîrên nû tevlî hikûmetê dibin, 4 wezîrên berê dev ji wezîfên xwe berdan û 2 wezîrtiyên nû li ser yên hebûn tên zêdekirin.

Lê her çendî jimara wezîran ji bo tetmînkirina partiyên biçûk hatibin zêdekirin jî piraniya wezaretên giranbiha derbasî destê partiya Moderat bûye.

Mînaka wezîrtiyeke nu, wezîrtiya IT, teknîka agahiyê û herêman e û ew wezir jî Anna-Karin Hatt a ji partiya Navendê ye:

- Hedefa min a sereke ew e ku potensiyela mezin ya teknîka agahiyê IT di nexweşxane, dezgehên lênêrîn û dibistanan de bikar bînin ji bo jiyan û karê rojane ya ciwan, salmezin û kêmendaman hêsantir bikin, dibêje wezîra nû ya partiya navendê Anna-Karin Hatt.

Lê gelo siyaset dikare çi biafirîne ku şîrketên IT nikarin?

- Piraniya naveroka IT dê ji aliyê şîrketên privat ve werin pêşxistin. Lê tiştê em dikarin pêre bibin alîkar xuyakirina çarçoveyeke qaîdeyan ya ewle, diyalog û danîna şertan di îhaleyên fermî de, dibêje Hatt.

Anna Karin Hatt dibêje di saya wezîrtiya IT de ew ê karibin sîstema deftera qeydkirinê ya li nexweşxaneyan bêtir bi sîstem bikin.

Belê, ya rastî hîn pirs hene di derbarê pêdiviya bi sazkirina wezîrtiyeke bi vî rengî de.

Jenny Madestam, siyasetzan li Zaningeha Stockholmê, nikare giraniyek bide wezîrtiya Hatt.

- Ji aliyekê ve teknolojiya IT di civaka îro de gelekî girîng e, lê ji aliyê din ve mirov ji xwe dipirse ka gelo dê ev wezîr karibe bêtir çi bike, çi li ser zêde bike, bêyî ku defterên qeydkirina li nexweşxaneyan bike elektronîk, dibêje Jenny Madestam.

Sedemê zêdekirina jimara wezîran ew e ku Fredrik Reinfeldt dixwaze di hikûmeta nû de temsîleke têr bide hemû partiyên koalisyonê û di heman demê de jimara wezîrên moderat zêde bike, ji ber ku partiya wî di hilbijartinan de serkeftineke mezin bidest xist û kursiyên xwe yên li parlamentoyê zêde kirin.

Lê li gorî şîrovegeran ev helwest partiyên biçûk yên hevkarên koalisyonê bêtir qels dike.

Reinfeldt berpirsiyariya pirsên avakariya bingehîn ji Partiya Navendê girtin û bi vî re her weha berpirsiyariya şîrketên dewletî jî û vana dan partiya xwe ya Moderat.

Her weha Xiristiyanên Demokrat jî wezareteke mezin wenda kirin, ya rêberiya bankeyan û bazara fînansê, û ev wezîrtî jî diçe ji Moderatan re. Di şûna wê de Xiristiyanên Demokrat berpirsiyariya pirsên rêxistin û cemiyetên bawermendan girt ser xwe û çend wezîfeyên di derbarê xanî û malan de.

Li hêla din, Partiya Gel a Lîberal hemû wezaret û wezîrtiyên xwe yên ji hikûmeta berê de dest xwe de girtiye.

Qezenckarê herî mezin di hikûmeta nû de Moderat in û her weha serkêşiya wezaretên herî mezin dike; wekî wezareta karê derve, aborî, dad, koçberî û çendên din.

Lê sînorkirina partiyên biçûk di hikûmetê de dikare zerarê bide tevahiya hevgirtina burjuwa û Partiya Navend û Xiristiyanên Demokrat dikarin di hilbijartinên 2014’an de gelek deng wenda bikin. Ev di destê Fredrik Reinfeldt de ye, naxwe hikûmet bi tevahî dikare di hilbijartinên pêş de, wenda bike dibêje Jenny Madestam ji Zaningeh Stockholmê.

Belê, guman heye ku serdestiya Partiya Moderat ku zêdeyî sedî 30ê dengan di hilbijartinê de girtibû, dê partiyên din yên biçûk ku deng wendakirine marjînalîze bike.

Niha ji aliyekê ve divê Reinfeldt hevkarên xwe yên koalisyonê tetmîn bike û ji aliyê din ve jî ji ber ku hikûmeteke hindikayî saz kiriye her weha li nava parlamentoyê jî di warê hîn pirsan de bi partiyên muxalefetê re li ser hîn meseleyan bazariyê bike. Bi vî re rola parlamentoyê mezintir bûye û bi vî re ewleyiya siyasî jî kêmtir bûye

Hefteya pêş me dê hikûmeta pîlana xwe ya butçeyê pêşkêşî parlamentoyê bike, heger hemû partiyên din yên muxalefetê bi Demokratên Swêdê re piştgirî bidin butçeyeke alternatîf wê demê butça hikûmetê derbas nabe. Her weha nakokî û fikrên cûda di derbarê hêza leşkerî ya swêdî ya li Afghanistanê jî heye. 4 mijdarê de dê hikûmet pêşniyaza dirêjkirina dema vê hêza leşkerî bide. Lê ev dikare ji aliyê muxalefeteke yekgirtî ve were rawestandin, heger ku çareseriyeke hevbeş neyê dîtin.

MONA SAHLIN: Hikûmet deriyên vekirî nehêştine

Fredrik Reinfeldt di pêşkêşkirina beyannama hikûmetê de duh got ew ê siyaseta hevgirtina burjuwa ya ji dema berê berdewam bikin, xeta kar bidomînin û hewl bidin baca xebatkaran kêm bikin heger aborî rêk û pêk be. Lê Reinfeldt her weha diyar jî kir ku ew alîgirê hevkariyeke bi partiyên muxalefetê ye, û bi taybetî jî navê  Sosyaldemokratan bi lêv kir. Lê seroka Sosyaldemokratan Mona Sahlin dibêje ew tu deriyeke vekirî ji aliyê serokwezîr Reinfeldt ve nabîne ku karibin hevkariyek pêş bixin:

- Ew (yanî Reinfeldt) qebûl dike ku ew serkêşiya hikûmeteke hindikayîyê dike. Lê piştre ew bi tu awayî stratejiyek destnîşan nake da ew ê li parlamentoyê çawa hevkariyek pêş bixe. Di pirsên li cem me û partiya kesk girîng, yên wekî nûkirina navendên enerjiya atomî, pirsa bac, mesela Afghanistanê û qarneyê dibistanan de ew tu daxwaziyeke hevkarî û bazariyê nîşan nade.

Bi ya Mona Sahlin, hikûmeta burjuwa di dama desthelatdariya xwe ya çûyî de hemû hevkariyên di navbera bereyên li parlamentoyê de de betal kirin.

Mona Sahlin naxwaze bibêje ka gelo dê muxalefeta sorekesk hewl bide hikûmet ji ser kar bixe an na. Lê di warê butçeyeke alternatî ya sorekesk de naxwaze ji niha ve tu agahiyan bide û dibêje dema wext hat ewê helwesta xwe nîşan bidin, dibêje Mona Sahlin:

 

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".