Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Daireya Koçberî rêbazên agahiyan çêtir dike

Hat weşandin torsdag 7 oktober 2010 kl 16.08
Daîreya Koçberî li Solna

Penaberên bi awayek lawaz, wek mînak analfabet, kêmendam û kesên ku trawmayê giran jîyane, zehmet e ku bigihijine agahîyên li ser pêvajoya penaberiyê. Daireya Koçberiyê niha dest bi projeyekê kiriye,ji ber pêdiviyên wan ên taybet, peywendiyên bi penaberan re çêtir bike.

Serokê projeyê Johan Bjurbäck diyar dike ku pêdiviya agahiyan gelek mezin e, lê hemû penaber nikarin xwe bigihijîn evan agahiyan.

- Lêkolînên ku berê hatine çêkirin,  nîşan dide ku pêdiviya agahîyê gelek mezin e, lê belê hemû penaber nikarin wan agahiyan werbigirin, ên ku bi taybet ji wan re di rojana wan de  giring e. Mirovên ku kêmendam in, temen-bilind in,an jî di rewşek xeternak de ne, bêtir xembar in û ji wan re bêtir dijwar dibe ku xwe bigihijînin agahiyên Daireya Koçberan.

Di projeyê de ku beşek jê ji Fonda Penaberiya ya Ewrupayê tê, divê mirov biryara ka kî ji penaberan xwediyê pêdivîya agahiyan e û kîjan grub dikarin pêdiviyên taybet werbigirin.

Ev hevkariya bi lêkolînerê li Dibistana Bilind ya Malmöyê, û gelek rêkxistinên  dilxwazi ye wek mînak; Caritas û Xaça Sor a Swêdê.  Herweha, daireyên din jî ku têkiliyên wan bi penaberan re hene..

Karmendên projeyê dê bi taybet bi kesên ku daxwazên penaberiyê dikin re hevpeyvînên kûr pêkbîne ji ber ku nêrînên wan bizane.

Li gor daireya Koçberiyê, dê penaber heta ku agahi ji bo gava din di pêvajoyê negirin, dê nekarin tiştek bidin.Lê serokê porjeyê Johan Bjurbäck dibêje ku ew proje, bêtir li ser çêtirkirina xizmetê, ji bo penaberan.

Li gor wî ev ne ji bo kêmasiyên peywendiyan in ku bandor li ser pêvajoya penaberiyê bixwe nine.

-Bê guman, agahiyên li serîlêdana,penaberiyê gelek giring in lê divê ez diyar bikim ku ev agahî her îro jî tên dayîn. Ya giring ew e da mirov çawan bi awayek baştir agahiyan bigihijine wan gruban ku di van rewşan de ne.

Di meha çileya pêşin di sala 2011 divê rapora dawî bê dayîn, û daxwaz ew e ku a niha, serê salê de, em bikarin encama berî ya biryarê bidin nîşan.

Di dawî de, dê Daireya Koçberiyê stratejiyek nû werbigire ji bo karê xwe ya gihandinê agahiyan ji kesên di rewşek taybet de ne dibêje Serokê projeyê Johan Bjurbäck.

-Hêviya min ew e ku Daire di dawwiya projeyê de dê bibe xwediye wêneyek çêtir, ji bo pêdivîyên serlêdar û em dê bikarin ji vê rêbikevin û bikarin di warê peywendiya bi penaberan re karekê çêtir lidar bixin…

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".