Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/
MAFÊN MIROVAN

60 parlamenterên swêdî ji bo Erbeyê girtî name şandin meclîsa tirk

Hat weşandin torsdag 7 oktober 2010 kl 16.38
Muharrem Erbey, serokê Komeleya Mafên Mirovan(IHD) li Amedê.

Îro 60 Parlamenterên Swêdî ji bo berdana serokê girtî yê komela mafên mirovan yê bajarê Amedê-Diyarbekirê, Muharrem Erbey, nameyeke şandin ji parlamentoya Tirk re.

Name berya vebûna parlamentoya nû hat nivîsandin û di nav wan 60 parlameneterên  ku îmzeyên xwe ji bo berdana Muharrem Erbey dane de cîgirê serokê parlamentoyê Ulf Holm û wezîrê entegrasyonê Erik Ullenhag jî hene.

Anne Ludvigsson a sosyaldemokrat yek ji însiyatîfgirên nameyê ye û dibêje yek ji sedemên girtina Muharrem Erbey axaftineke wî ya li parlamentoya Swêdê bû û ev nikare were qebûlkirin:

- Welatekî ku ji bo xwe dibêje ez demokratîk im nikare tişteke wiha bike. Ev tiştek gelek xerab e û şaş e, dibêje Anne Ludvigsson, ku dema çûyî de ji partiya sosyaldemokrat parlamenter bû û her weha seroka komîta piştgiriya mafên mirovan li Tirkiyê ya Riksdaga Swêdê bû.

Nameya ku îro hem ji bo 550 parlamenterên meclîsa tirk hat şandin girtina serokê komela mafên mirovan yê bajarê Amedê-Diyarbekirê Muharem Erbey rexne dike.

Ew nêzî 60 parlamenterên Swêdî ku name îmze kirine bi taybetî jî nerazîbûna xwe tînin ziman ji ber yek ji sûcdarkirinên dozgerê doz Muharrem Erbey axaftina wî ya li parlamentoya Swêdê ye.

Yek ji îddîayên dozgerê tirk ya li dijî Erbey ew e ku wî li parlamentoyên li derveyê welat dewleta tirk reş kiriye û ev jî dikare cezayeke gelek salan ya li zindanê bide.

Û Anne Ludvigsson dibêje sedemê ku parlamenterên Swêdî vê nameyê dişînin jî ew e ku axaftina wî ya li Riksdaga Swêdê weke sûcek tê dîtin:

Erbey di serdana xwe ya Swêdê de îlon sala 2009’an de tevlî semînereke li Riksdagê bûbû û li wir gotibû polês û leşkerên tirk her roja derbas dibe rêbaz û metodên tundtir li hemberî gelê sivîl bikar tîne û ku xweşbîniya li hemberî kurdan li Tirkiyê gelekî kêm bûye. Muharrem Erbey di axaftina xwe ya li Riksdagê de her weha balê kişandibûn jî ser rewşa girtiyên siyasî li zindanên Tirkiyê.

Di nav hefteyên pêş me de. 18 cotmehê, dê Erbey li bajarê Amedê derkeve pêş dadgehê. Bi wî re dê her weha bi sedan siyasetvanên din yên kurd jî ku sala çûyî hatibûn girtin dê werin mehkemekirin.

Ji niha ve Partiya Çep a Swêdê û ji bo tevlîbûna di dadkirina Erbey de jî delegasyoneke bi endamên Kluba Pen a Swêdî dê biçin Amedê.

Anne Ludwigsson dibêje hêviya wê û wan parlamenterên Swêdî ku name îmzekirine ew e ku dadgeh di biryara xwe de vê nameya wan jî bigire ber çav.

Nameya parlamenterên bang li Tirkiyê dike ku weke welatekî serîledera endametiya Yektiya Ewrûpayê krîterên Kopenhagenê yên li derbarî mafên mirovan û mafên kêmenetewan re rêzê bigire.

Ev name beriya parlamentoya nû vebe hatibû îmzekirin û di nav îmzekaran de cîgirê serokê riksdagê Ulf Holmê ji partiya kesk, wezîrê entegrasyonê Erik Ullenhag ê ji Partiya Gel a Lîberal, parlamentera kurd Emîne Kakabaveh û ya kevin Gulan Avci, serokê partiya çep Lars Ohly û gelek siyasetvanên din yên navdar ji hemû partiyên Swêdî hene.

Anne Ludvigsson, ku nehat hilbijartinê parlamentoya nû dibêje, wan ev name di mehên havînê de ji îmzeyan re vekirin lê dîsa jî jimareke mezin ji mebûsan piştgiriyê dan.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".