Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Xelata Nobelê ya Aşîtiyê ji bo Liu Xiaobo

Hat weşandin fredag 8 oktober 2010 kl 11.25
Liu Xiaobo, têkoşerê zindankirirî yê mafên mirovan li Çînê

Xelata Nobelê ya Aşîtiyê çû ji têkoşerê mafên mirovan Liu Xiaobo re. Ev çend sal in navê Liu Xiaobo di nav namzetên xelata aşîtiyê de tê lêv kirin û îsal jî yek ji favoriyên herî xurt bû. Gumana herkesî ew bû ku dê Norwec newêre li beramberî dewleta Çînê ya xwedî yek ji aboriyên herî mezin yê cîhanê gavekî wisa bavêje.

Lê, dema serokê Komîta Nobelê yê Norwecî Torbjörn Jagland îro derket pêş çapemeniyê ji bo xelatgir beyan bike ev şik bi carekê ve wenda  bûn.

Torbjörn Jagland, serokê Komîta Nobelê ya Norwecî dibêje ew vê xelatê ji ber têkoşîna bêşîddet ya Liu Xiaobo didin û bi ya komîteyê têkiliyeke xurt navbera mafên mirova û aşîtiyê heye. Ev maf ji bo biratiya gelan şerteke bingehîn e û yek ji nirxên wesiyeta Alfred Nobel e.

Rexnegirê rejima çînî Liu Xiaobo meha kanûna sala çûyî Xiaobo 11 sal cezayê zindanê girt piştî ku manîfestoyeke ji bo reformên siyasî ya bi navê Charta 09 nivîsandibû.

Ev manîfesto daxwaziya sîstemeke pir-partî och mafên mirovî û demokrasiyê dike.

Liu Xiaobo profesorê wêjeyê ye û her weha nivîskar e. Lê xebata wî ya muxalefetê ta ji sala 1989, bi xwepêşandanên navdar yên li meydana Tianamen ya Pekînê tê nasîn.  Û wê demê jî ew li zindanê mabû.

Dayîna Xelata Nobelê ya Aşîtiyê hikûmeta çînî gelekî aciz kiriye. Tê zanîn ku rêvebirên dewleta Çînê bi Komîteya Nobelê re têkilî danîne û tehdîtkirine ku dayîna xelatê ji bo Xiaobo dikare danûnstendinên navbera Çîn û Norwecê xera bike.

Lê Torbjörn Jagland dibêje Komîta Nobelê ya Norwecî biryarên xwe ji hemû hikûmet û parlamentoyan serbixwe digire. Em wesiyet û daxwaza Alfred Nobel her dem digirin ber çav û her kesek ku dixwaze jî dikare li hemberï biryara me nerazîbûn dibyar bike, dibêje Jagland.

Hikûmeta Çînî di daxuyaniyekê de dibêje xelatgirê nobelê mirovekî li dijî nirx û prensîbên Nobelê ye û hişyariyek dide ku dê danûstendinên bi norwecê re xera bibin.

Jina xelatgir Liu Xiaobo Liu Xia bi rêya telefonê ji ajansa fransî AFP re dibêje ew gelekî kêfxweş e û spasiyên xwe dişîne her kesek ku piştigirî dide zilamê wê yê girtî.

Wezîrê karê derve yê Fransayê jî daxwaza berdana Liu Xiaobo dike.

Ji ber ku nûçeya dayîna xelata aşîtiyê ya nobelê neyê bihîstin dewleta çînî weşanên televizyona emerîkî CNN rawestand. Çapemeniya Çînê jî di derbarê vê xelatê de bêdeng e.

Û nûçegihana Radyoya Swêdê Hanna Sahlberg îro li peytexta Çînê çû pêş deriyê mala Liu Xiaobo, ku li wir bêtirî pîrozkaran rojnamevan hebûn.

Hanna Sahlberg dibêje li pêş deriyê mala Xiaobo gelek polês û rojnamevan civiyane. Lê polês nahêle ku rojnamevan bêtir nêzî mala wî bibin û bi jina wî re hevpeyvîn çê bikin, jina wî ku bûye dengê wî yê ji zindanê. Her weha alîgirên Xiaobo jî li wir in û dibêjin ew hem bi şoq in û hem jî kêfxweşin ku wî xelata aşîtiyê ya nobelê girtiye. Hanna Sahlberg her weha li ser zêde jî dike ku li Çînê tenê qismek biçûk yên lîberal xelatgirê aşîtiyê nas dikin, lê ji bo piraniya çîniyana Xiaobo mirovekî nenas e.

Serokê KomÎta Nobelê Torbjörn Jagland dibêje ew nikarin ji niha ve bibêjin ka xelat li ser rewşa Liu Xiaobo yê li Çînê girtî, dê bandoreke çawa bike.

- Ez nikarim bibêjim dê ev encameke çawa bi xwe re bîne. Lê xelatên salên berê yên ji bo têkoşerên mafên mirovan, encameke baş daye û li wan welatan rê li ber xurtkirina têkoşîna azadiya ramanê vekiriye, dibêje Jagland.

Bi ya Serokê komîta nobelê ya norwecî Torbjörn Jagland Çîn van salên dawî ji hêla aborî ve gelekî pêş ketiye û bûye yek ji hêzên mezin yên cîhanê. Sed milyonan însan ji xizaniyê rizgar bûne, lê bi van pêşkeftinan re pêwîst e Çîn mafên mirovan û reformên demokratîk jî pêş bixe. Îro di qanûna binghîn de rêzek maf û azadiyên fikrî û demokratîk hene, lê di pratîkê de ev gelek bi sînor tên bikaranîn, dibêje Jagland. 

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".