Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Artêşa Swêdê li Afganistanê rastiyan vedişêre

Hat weşandin fredag 8 oktober 2010 kl 13.25

Hêza leşkerî ya, Swêdiyan li Afganistanê, piştî havînê bêtir caran tevî şeran bûne, bêyî ku civak bizanin. Ev di lêkolînek di rojnameya Svenska Dagbladet de îro hatiye nivîsandin. Swêdîyan gelek caran ji bo parastina xwe ji hêzên Amerikî piştgirîya balafirê xwestin e.

Piştî meha Gulanê, hêza Swêdiyan  30 caran tevê şerê bûye. Di meha tîrmehê de, 8 roj serhev di şerê de bûn. Swêdî bixwe jî rastê êrişê bombayan bûne.

Him derbarê van  û bûyerên  bêtir û şerên mezintir ûli ser  xwekujeran agahi nedane gelê swêdê dibêje rojnamevan ji Svenska Dagbladet, Mikael Holström ji P1 morgon re.

- Ez bi rastî tênagihijim ka mirov çima vê vedişêre. Mirov dikare bêje ku ev ji sedema ewlehiyê ye lê haya nîva Mazar- ê Sharêf ji xwekujeran diviya hebuya. Mirov dikare bêje ji bo merivên wan in. Lê belê ji xwe haya pê dizanin. Mirov dikare bêje ku ev ji zordariya siyasetî ye.

Dibêje rojnamevanê Svenska Dagbladet, Mikael Holström

Lê belê Artêşa Swêdî,li ser pirsa reşkirinan û veşartina agagiyên li şerên ku Swedî tev bûne, de tu wek pirsek bê bingeh dinirxînin.

Erîk Lagersten berpirsê  ragihandina Artêşa Swêdê diyar dike:

- Talibanan li  Afganistanê di van demên dawî  li bakurê herêmê jî, cihê ku hêza Swedî lê ye gelek çalak bûne.

Gelo çima Swedê, havîne de bêtir tevê şerê bûne ?

Mikael Holmström,  me ronî dike.

- Taktik hatine guhertinê û êrişê talibanan li cihên wan de kirine.  Ew jî wek êrişkirina ser kuna zirqetan e.Ew jî  bi agirbaranî, û şerên herdemî dijwar dibe.

Ev rastî ku kêmanî 10 car, daxwaza  kirinabalafirên êrişê ji Dewletên Yekbûyî ya Amerikayê nîşan dide,ku ew agahî li ser malpera artêşê nayên weşandin.

Di dema tevgera hilbijartinê de, pirsa wazifeya Afganistanê bû pirsek hilbijartinê. Aliyên sorûkesk dixwaze ku pirsa hêza leşkerî carek din bê fikirîn da ku  heta sala 1013 yan de nemîne.

Hikumet dixwaze,  ku dema wezifeyê dirêjtir bike  û sinorek demî ya demî tunebe. 4 ê meha   çiriya paşîn hikumer pêşnîyaznameya kanûnan pêşkêşê parlemenê dike. Demokratên Swêdê jî wek sorûkeskan difikire, û dikare vê pêşniyazê daxîne, her çend ev bi detalî nayên naskirin jî. Mihallif dikare şandina 2 helikopterên ambulansê bipejirîne.Sedema ku mihalif dixwazin hêzê paşve bikişînin, aramiya rewşa vê herêmê ye.

Lê belê rojnamevan Mikael Holmström dibêje ku rewş ne wusa ye.

-Erê. Bi rayê min di tevgera hilbijartinê rewşek şizofren hebû, ku  digotin rewşa li Afganistanê ewle ye, mirov dikara hêza xwe paşve dikşîne. Bêbaweriyekî mezin di nav leşker û serbazan deheye  li hember wêneya xemilandî, ku artêş belav dike.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".