Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Musilman û file di bin yek bandî de li Nacka yê

Hat weşandin fredag 8 oktober 2010 kl 16.36
Imam Awad Olwan li Nacka yê.

Projeyeke olî ya bêhempa, musilman û fileyan dicivîne bin yek banî de li Nacka yê û ji nuha ve balkêşiyeke navnetewyî dikişîne xwe.

Imamê filestînî Awad Olwan dibêje: em divê beşkerê hevbeş saz bikin nav xwe de.  

- Em hêvîdarin ev tiştê dibe li Fisksätra yê li Nacka bibe nimûneyek baş bo civakên din û welatên din. Wekî îro diyare li her devera mirov diçê de, li her devereke kar,  mirovên bi zimanên cuda henin, bi olên cuda. Xwedan eslên cuda jî henin. Divê ku me beşkerê hevbeş hebe, yan na em dê têkevin belan de.

Imamê filestînî Awad Olwan dibêje bi geşbïnî behsa vê projeyê dike.

Dêr bi xwe ji berê de heye, lê nuha dê mizgeftekê jî ava bikin, tenê çar mitr dûr ji dêrê. Sê yekîtiyên dêran ava kirina misgeftê qebûl kirinin li tenişt dêra swêdî û dêra rom-katolîkî, ya ji berê de odeya dêrê par dike li Fisksätra yê li belediya Nacka.

Wê di vê avahiyê de dê yek hêwanê par bikin û armanc bi xwe ew e ku nêzîkayiyê saz bikin bêyî ku hizra olê, çand û zimanên cuda bikin. Ev projeya bêhempa ye di cîhanê de û ji nuha ve balkêşiyeke navnetewyî dikişîne xwe.

Ta nuha hîna jî ev proje ser masa muhendis e, lê daxwaznameya ava kirinê di zûtirîn demê de dê bên şandin bo belediyê.

Li gor hêvîyan dê karibin dest bi ava kirinê bikin di dawiya sala 2011 de û piraniya belediyê piştgîriya planên ava kirinê dikin, li gor gotinên imam Anwar Olowan.

Bi pirbûna hejmara kesên musilman re li Nacka yê, cihên wan yê bikar dînîn wekî mizgeft jî biçûk bûye bo wan. Imam Awad Olwan dibêje ku îro roj navbera 300 û 400 kesî dicivin carna bo limêja xwe bikin.

Pêşî daxwaza kirîna nîvê avahiya dêrê hebû bo avakirina mizgeftekê di şûna wê de. Û bi dûvre dixwestin dêrê tevî bikirin lê perên wan ne bes bûn. Piştî van hewildanan ev hizra sade pêk hat: ku di şûna wê de mizgeftekê ava bikin bi rex dêrê.

Mitran emeritus Bengt Wadensjö, yê berê keşê bû li Nacka yê di gelekê salan de û paşî jî bû serokê komîteya enstetua swêdî li Eskanderiya yê li Misrê sala 2008, her çalak e di temam kirinê vê projê de jî:

- Ev yeka belkî girêdayî kesayetiya min bi xwe be, ji ber ez dixwazim encaman bibînim. Kare jî wisa be, ku ol kûr di hundirê mirov de ye wekî beşekî ji nasnameyê. Li Fisksätra yê em dixawzin giraniyê deyinin ser baweriya bi xwedê wekî xala civandina me bi hev re. Ez û îmam carna ji hev re dibêjin: me wezîfak hevbeş heye, ew e ku em bihêlin ku mirov li Swêdê bi cidî li xwedê binerin.

Di cîhana bolggan de, şîroveya derbarê ava kirina vê mizgeftê çêbû ye. Hinek dibêjin ”mitran Wadensjö dixwaze ola fileyan nehêl e”, ”anîna îslamê bo swêdê dê şerên herêmî saz bike”. Ev çend nimûne nin.

Li herêma Fisksätra yê li Nacka, piraniya mirovan geşbînin bo vê ava kirinê. Lê diyare ne bi dilê herkesî ye:

- Ne bi dilê min e. Wekî li rewşa cîhanê diyar e îro ne bi baweriya min e ku nêtên safî nin li dû ava kirina mizgeftê. Ica ne bi dilê min e.

- Wê beş be eger mizgeftekê ava bikin bi rex dêrê ve. Ne şaş e û ew dê li hev bikin.

- Eger ez ya dilê xwe bêjim, ez piçekî dudilim. Ji ber mirov nikare du olan bigihîne hev bi vî awayî. Em musilman nikarin wisa bikin.

Bo wan kesên kar dikin bo projeya ava kirina mizgeftê, tu tirs peyda nebû ye. gelek nimûneyên dîrokî henin dema dêr û mizgeft cîranên başbûn bi hev re. Wekî nimûne li Cordoba Spaniyayê di salên 1100 de. Awan Olwan û Bengt Wadensjö behsa nimûneyên dîrokî dikin û dibêjin:

- Ez karim behsa wê bikim dema musilman Şam girtin destê xwe, cihek ji xwe re kirê kiribûn li dêrê. Beşê rojhilat ji filan re bû û yê rojava ji musilmanan re bû. Li hev dikirin di gelekê salan de. Heman tişt li Cordoba yê jî. Bi vê agahdariyê, divê kes newêribe bêje ku ava kirina mizgeftê li tenişt dêrê kare li hemberê Şariya yê . Kes nikare wilo bêje, bi dîtina min.

Ev dîtinên imam Awan Olwan bû û mitran emeritus Bengt Wadensjö gelekî geş bîn e bi ava kirina vê projeyê:

- Min tu acizî yan dudilî li Fisksätra yê ne dîtiye. Belkî jî hebe. Li camîeya Nacka yê bi giştî, çend dengên nerazî henin, lê piştgîriya me heye ba belediyê. Herdem hiek tên ba min, yên ne endamê dêrê nin jî û dibêjin ” çi dêr hatiye guhertin di van 20 salên dawî de. Û îmkanên dêrê yên baş henin. Em helwêst û hestên baş ba mirovan dibînin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".