Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/
Selimovic & Ullenhag

Astengên li pêş entegrasyona biyaniyan gerek e rabin

Hat weşandin måndag 11 oktober 2010 kl 13.13
Selimovic û Ullenhag.

Jasenko Selimovic ê ji Partiya Gel a Liberal ji li cem wezîrê entegrasyonê Erik Ullenhag dibe musteşar.

Ullenhag ku di cihê Nyamko Sabuni de bû wezîrê entegrasyonê dibêje ew ê xeteke cûdayê wê bimeşîne û gelek ji pêşniyazên wê red dike.

Jasenko Selimovic dibêje ew ê weke biyaniyek karibe karekî baş bike ji bo astengiyên li pêş entegrebûna biyaniyan ji holê rake. 

- Min bi xwe weke penaberek ji Bosnayê wê rêwîtiya entegrebûna civakê ya ku her penaberek dike kiriye. Her weha di nava partiyê de jî min li ser van pirsan kar kiriye û di pêvajoya hilbijartinê de hewla min li ser daxilkirina bazara kar ya biyaniyan bû û zehmetiyên ew pê re rûbirû dibin, dibêje Jasenko Selimovic.

Selimovic niha navber daye wezîfa xwe ya şefîtiya beşa şanoyê ya Radyoya Swêdê û di hilbijartinên dawî de namzetê Partiya Gel a Lîberal bû lê nehat hilbijartin.

Ew sala 1992’an de ji Bosnayê weke penaber hat Swêdê û ji navenda nûçeyên Radyoya Swêdê re dibêje ew ê bi wan tecrûbeyên xwe yên hene karibe di karê xwe yê nû yê weke musteşarê pirsên entegrasyonê de serkeftî be.

Roja sêşema derbasbûyî jî diyar bû ku dê Erik Ullenhag ê ji Partiya gel a lîberal di şûna Nyamko Sabûnî de bibe wezîrê nû yê entegrasyonê. Û siyaseta xwe dê ew bimeşîne ji ya Sabûnî cûdatir e.

Ullenhag bêtirê nîvê pêşniyazên radîkal yên Sabûniyê yekser red dike û li yên din jî germ nanêre. Weke mînak pêşniyaza Sabûnî ku biyanî bi maaşekî nizimtir hêsantir karibin têkevin nav bazara kar.

- Divê em bifikirin ka çawa wan dîwarên ku li pêş gavavêtina nava bazara kar ya biyaniyan, ciwanan û yên kesên din asteng in hilweşînin. Detayên li ser ka em ê çawa bikin ez ê piştre diyar bikim, dibêje Ullenhag.

Erik Ullenhag naxwaze modela swêdî ya sendîka û karbidest di nav xwe de li ser maaşan bazariyê dikin bide aliyekê. Lê karên gava destpêkê, bi swêdî ”instegsjobb”, ku dewlet qismeke maaşê karkerên biyanî dide, weke rêbazeke baş dibîne.  Ev ji bo nizimkirina dîwêrên asteng rêbazeke di cîh de ye, dibêje Ullenhag.

Her weha musteşarê Ullenhag, Jasenko Selimovic jî di wê baweriyê de ye ku divê gelek ji astengên li pêş gavavêtina biyaniyan ya bazara kar werin rakirin. Îro heft sal digire heta ku penaberek ku mafê rûniştinê wergirtiye heta ku gav bavêje nav bazara kar, dibêje Selimovic:

- Wexta ku heta biyaniyek kar peyda dike 7 sal e û ev demeke gelek dirêj e. Divê em vê pêvajoyê kintir bikin, gaveke zûtir rêya kar vekin û wan bi civakê re bikin yek. Lê emê vê çawa bikin, ez niha nikarim tiştekî bibêjim, dibêje Jasenko Selimovic, musteşar li cem wezîrê entegrasyonê Erik Ullenhag.

Belê, Erik Ullenhag dibêje ew ê bi Nyamko Sabuni re qiyas xeteke cûda bimeşîne. Sabunî ji ber çend pêşniyazên xwe yên tûj rê li ber nerazîbûna vekiribû. Weke mînak wê dixwest hemû keçên ciwan werin muayenekirin bi armanca ku sunete îllegal ya jinan were karibe were aşkerekirin.

Erik Ullenhag vê ne alîgirê vê pêşniyazê ye. Ew her weha naxwaze jî ku ji bo keçên binya 15 salî qedexe bike ku serê xwe bigirin. Her weha pêşniyaza Sabuni ya rawestandina alîkariya dewletî ji bo dibistanên olî yên serbixwe jî bi temamî red dike.

- Sîstema me ya dibistanên serbixwe ”friskolor” li ser wê bingehê hatiye danîn ku divê qezenc û dewlemendiya dê û bavan li ser bijartina dibistanek bandor neke. Heger mirov alîgirê sîstema heye be û bi vî re hebûna dibistanên serbixwe yên olî, wê demê divê mirov qebûl jî bike ku her weha ev dibistanên olî jî ku qaîdeyên mufredatê dibistanan pêktînin jî para xwe ji bac wergirin, dibêje Erik Ullenhag.

Lê yek ji pêşniyazên ku Ullenhag ne bi temamî li dij e mecbûrîkirina wan kursên nû yên hemwelatîbûnê ye. Ew ji niha ve naxwaze di derbarê pêşniyazê de helwest xuya bike û her weha naxwaze jî ku di derbarê kêmkirina rojên dê û bavan yên ji bo zarokên li derveyê Swêdê hatine dinê de jî helwest diyar bike.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".