Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/
XELATÊN NOBELÊ

Lêkolînên Bazara Fonksiyonên Lêgerînê Xelata Aboriyê wergirt

Hat weşandin måndag 11 oktober 2010 kl 13.57

Xelata Aboriyê ya ji bo bîranîna Alfred Nobel çû ji dido zanistên aboriya netewî yên emerîkî û yekê qibrisî-britanî.

Mebesta xelatê lêkolîn û analîzên wan ên li derbarê çawa karkirina bazara fonksiyonên lêgerînê ye. Mînakek vê yekê bazara kar e, ka çawa dibe ku di hem bêkarî heye û hem jî gelek karên betal hene.

Xelatgir; Professor Peter A. Diamond ji zaningeha MIT (Massachusetts Institute of Technolog)y, Cambridg a Emerîkayê, Dale T. Mortensen Profesor li zaningeha Northwestern University li Emerîkayê û Professor Christopher A. Pissarides li zaningeha London School of Economics and Political Science li Brîtanyayê.

Lêkolîna van her sisê xelatgiran li ser wê zehmetiyê ye ka çima firoşkar û kirîyarên di bazarek de nikarin yekser bi hev re têkilî deynin. Weke mînak kesên li kar digerin û karbidest, yên dixwazin xanî bikirin û yên xaniyên xwe difiroşin.

Modelên wan ên cûda cangiraniya li bazarê îzah dike û ka qaîde, maaş û astên buhayê bandoreke çawa li ser van pêvajoyan dikin.

Xelata aboriyê ya ji bo bîranîna Alfred Nobel sala 1968’an hat damezirandin, ji aliyê Banqeya Navendî ya Swêdê ve ku weke banqeya navendî ya herî kevin 300 saliya xwe pîroz dikir.

Xelata aboriyê dê di 10 kanûnê de ji aliyê qral Carl Gustaf ve li avahiya Konserthuset a Stockholmê bi xelatên din yên Nobelê re were belavkirin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".