Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Partiya Çep cara yekem di Desteya Karûbarên Derve de

Hat weşandin tisdag 12 oktober 2010 kl 15.41

Cara yekem dê Partiya Çep karibe di Desteya Karûbarên Derve de (Utrikesnämnden) bibe xwediyê kursiyek daîmî û yê li ser rûdine serokê partiyê Lars Ohly e. Ev, yek ji encamên muzakereyên di navbera bereya sorekesk de ye li ser parvekirina cihên di komisyon û desteyên parlamentoyê de.

Ji Desteya Karûbarên Derve re qralê Swêdê serokatî dike û ji neh endaman pêk tê.

Yek ji wezîfeyên mecbûrî ya hikûmetê ye ku desteyê li derbarê rewşên bi siyaseta derve re eleqeder yên ji bo tevahiya welêt girîng de agahdar bike. Di desteyê de muxalefet dê li derbarê siyaseta derve de were agahdarkirin û her weha karibe li ser biryaran bandorê bike.

Salên derbasbûyî Partiya Çep ji ber dîroka xwe ya weke partiyeke kommunîst ne di komîsyona derve û ne jî di desteya karûbarên derve ya parlamentoyê de karibûn bibe xwedî cihêk, ji  ber ku partiyên din di muzakereyan de rê li ber digirtin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".