Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/
ÖREBRO

Zilamek bi şika tecawizkariyê hat girtin

Hat weşandin tisdag 12 oktober 2010 kl 15.47

Ev demek bajarê Örebroyê bi tirsa tecawizkarek dijî. Lê duh êvarê mirovekî bi şika tecawiz û ceribandina tecawizê hat girtin. Şefê polês yê parêzgehê, Karl Wallin, di civîna çapemeniyê ya îro de wiha got:

- Ew zilamê ku hatiye girtin bi şika bilind ya pêkanîna rêzeke tecawizî hatiye binçavkirin, dibêje Karl Wallin û radighîne jî ku di dest wan de delîlên teknîkî jî hene ku vî zilamî bi van tewanan ve girê dide.

Zilam duh pişt nîv ro di giyab de hatibû girtin lê saat 7’ê êvarê li navenda bajarê Örebro hat girtin.

Dawiya hefteyê li sisê jinan tecawiz an jî ceribandina tecawizê hatibû kirin. Polês radighîne ku ji zilamê hatiye girtin şik heye ku bi çend tecawizên din jî rabûye.

Polês naxwaze jimara tecawizan diyar bike û her weha nabêje ka çi cûre delîlên teknîkî di dest wan de heye.

Zilamê hatiye girtin, 23 salî ye û li niştecihê bajarê Örebro ye.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".