Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/
RIKSDAG

Sîstema fîtkirinê her berdewam e

Hat weşandin tisdag 12 oktober 2010 kl 15.49

Partiyên burjuwa û yên sorekesk dê sîstema fîtkirinê ya li parlamentoyê bidomînin. Ev tê wê wateyê ku dema parlamenterek ji bereyekê ne li cîh bibe wê demê ji bereya din jî parlamenterek tevlî dengdanê nabe, yanî bi gotineke din xwe fît dike. Yani bereya burjuwa dê her tim 17 parlamenter zêdetirê bereya sorekesk bin, li gorî encamên hilbijartinê.

Lê Demokratên Swêdê nagirin nav sîstema fîtkirinê.

Heger yek ji parlamenterên wan ne li cîh be wê demê ew partî dengek wenda dike. Û ev jî ji bo hikûmetê hêsantir dike ku di parlamentoyê de bibe xwedî piraniyek.

Heger sisê parlamenter ji Demokratên Swêdê nebin wê demê hikûmet bi otomatîkî dibe xwedî piraniyekê.

Ji ber vê yekê bereya sorekesk dixwestin dev ji sîstema fîtkirinê berdin, lê di dawiyê de ji berdewamkirina wê re razî bûn. Sven-Erik Österberg serokê grûpa sosyaldemokratan e.

 - Gelê swêdê di hilbijartinê de temsîlek hilbijartiye û em alîgirên berdewamiya vê ne. Divê tiştê siyasetê xuya dike ne tesedûfekê ji ber nexweşiya parlamenterekî be, lê îradeya hilbijêran be, dibêje Österberg.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".