Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Xelat ji ber lêkolîna li ser astengkirina alîkariya ji bo kurdan

Hat weşandin onsdag 13 oktober 2010 kl 11.51
Kajsa Norell û Nûrî Kîno xelata Parlamentoya Ewrûpayê wergirtin.

Nûçegihanên navenda nûçeyên Radyoya Swêdê, Kajsa Norell û Nûrî Kîno, di beşa radyoyê de, xelata rojnamevaniyê ya Parlamentoya Ewrûpayê wergirtin, ji ber reportaja lêkolînî ya li derbarê alîkariya aborî ya Yekîtiya Ewrûpayê ji bo Tirkiyê. Xelat îro di saet 09.00 li Brukselê hat belavkirin.

Mebesta xelatê ev bû: ”Rojnamevanan mijareke baş hilbijartine û vê bi lêkolîneke bêhempa li gundên Tirkiyê û Enqerê meşandine. Deqîqiyet û dirêjiya reportajê bêyî zehmetî bide guhdarên xwe bala wan her tim li ser xwe digire”.

Di axaftina xwe ya spasiyê de Nûrî Kîno got ew ev xelat di serî de ya çavkaniyên wan yên li Tirkiyê ye, hem gundiyên li gundan û hem jî karmendên li Enqerê.

Nûrî Kîno got: ”Em dixwazin vê xelatê bi hemkarên xwe yên li seranserê cîhanê re parve bikin ku dibin şertên gelekî zehmet de kar dikin. Em dixwazin vê xelata xwe îthafê wan rojnamevanan bikin ku îro li zindanan girtî ne an jî ji ber xebata xwe jiyana xwe wenda kirine”.

Di lêkolîna xwe de Kajsa Norell û Nûrî Kîno bi taybetî jî li ser wê alîkariya aborî ya ku Yekîtiya Ewrûpayê ji bo pêşxistina herêmên kurdan dabûn Tirkiyê rawestiya bûn.

Kîno û Norell bi gelek gundî û şaredarên kurd re axivî bûn ku didin zanîn dewleta tirk gelek zehmetiyên mezin datîne pêş wan ji ber ku ji butçeya alîkariyê ya Yekîtiya Ewrûpayê pare nede wan.

Kîno û Norell her weha aşkera jî kiribûn ku sektoreke ”pispor” li Tirkiyê çêbûye ku li beramber alîkariya serdana wergirtina alîkariya aborî komîsyonên mezin digirin.

Serokê şaredariya Sur ya Amedê, Abdullah Demirbaş jî di reportajê de ji Nûrî Kîno re dibêje dewleta tirk bi zanebûn û bi zehmetiyên burokratîk rê li ber kurdan digire ku vê alîkariya taybetî ya ji bo kurdan ya ji Yekîtiya Ewrûpayê feyde bibînin.

Reportaj her weha derdixîne holê jî ku piraniya wan rêxistin, şaredarî û hwd yên ku alîkarî heta niha girtine alîgirên partiya ser hikûm ya AKPê ne.

Hîna jî mîktareke zêdeyî milyarek euro di kasaya dewleta tirk de heye, ku hêj nehatine belavkirin, bi taybetî jî li kurdan.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".