Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Tewankarekî şer li pêş dadgeha swêdî

Hat weşandin onsdag 13 oktober 2010 kl 16.00

Zilamekî 43 salî yê ji Bosnayê îro bi şika binpêkirina giran ya qanûnên navnetewî derdikeve pêş Dadgeha destpêkê ya Stockholmê. Ev zilam 18 sal berê li kampekê êsîrên sirbên bosnî weke gardiyan xebitîbû û li girtiyên sivîl îşkence kiribû. Her weha şika mêrkujî û revandina mirovan jî jê tê kirin. Zilamê Bosnî bi xwe van tewankirina înkar dike dibêje parêzerê wî Ola Salomonsson.

- Ew înkar dike ku bi tewanek rabûye. Rola wî ne ya îşkencekarekî bûye. Wî weke leşkerekî nobedariyê kiriye, û dibe ku tadayek gelek gelek sivik li giriyan kiribe, dibêje parêzer Salomonsson.

Komîsyona tewanên şer ya swêdî ji adara 2008 ve xebateke rêkûpêk dimeşîne û her sal ji Daîreya Koç li derbarê tewanên şer de navbera 20-30 gilî digihe destê wan. Meha nîsana îsalîn de jî zilamekî din ji ber tewanên şer li Kosovayê li Swêdê hatibû girtin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".