Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Şîrketadarên biyanî 200 hezar karker dixebitînin

Hat weşandin onsdag 13 oktober 2010 kl 16.09

Jimara kesên xwedî şîrket yên li derveyê welat hatine dinê van deh salên dawî bi sedî 75 zêde bûye. Rêxistina Şîrketadaran (Företagarna) dide zanîn ku îro 74 hezar şîrketdar li Swêdê hene ku li derveyê welat hatine dinê.

Û li gorî lêkolîna rêxistinê ev şîrket bi hev re kar didin 200 hezar kesî.

Anna- Stina Nordmark Nilsson ku seroka rêxistina şîrketadaran e dibêje ev şîrket motereke mezinbûna aboriya swêdê ne û balê dikşîne ser wê yekê ku piraniya  şîrketdarên ji eslê biyanî bi alîkarî û deynên ji xizm û dostan şîrketên xwe vedikin û bang li bankeyên swêdê dike ku helwest biguherînin:

- Pêwîst e em modelên nû yên deyndayîna van şîrketdaran peyda bikin, ji ber ku divê mirov ferqê nexe nav kesên li swêdê an derveyê welatê hatine dinê.

Li gorî lêkolîneke din ya nû sedî 15’yê zilamên ji derveyê welat têne Swêdê şîrket vedikin. Ev reqem ji bo kesên li Swêdê çêbûne sedî 6 4. Şîrketdarên biyanî hem di warê sazkirin û hem jî rêvebirinê de serkeftî ne û xwedî xwendina bilind in. Bi gîştî navbera sedî 13 û sedî  15’ê şîrketdarên li Swêdê ji derveyê welat in.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".