Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/
MUXALEFET

Hikûmet nikare karên ku soza wan dide peyda bike

Hat weşandin onsdag 13 oktober 2010 kl 16.12

Hikûmeta Swêdê ku duh di bin navê ”Ji krîzê ber bi kar ji bo her kesî” butçeya xwe diyar kir rast li nerazîbûnan tê. Bi ya  wezîrê aboriyê Anders Borg pêwîst e her kesek ku dixwaze bixebite bibe xwedî karekî.

Lê di rastiyê de diyar e ku dê kar ji bo her kesî nikaribe were peydakirin, ji ber ku hikûmet texmîn dike ku bêkariya sedî heşt dê di nav çar salên pêş me de tenê bi sedî dido kêm bibe. Û partiyên muxalefetê Sosyaldemokrat, Kesk û Çep di rexneyên xwe de dereng neman.

Thomas Östros, berdevkê pirsên aborî yê Sosyaldemokrat dibêje beravacî vê gelek xebatkar bi taybetî jî di sektora şaredarî û refahê de karên xwe wenda kirine, bêyî ku hikûmet tu tedbîrek bigire. Partiya Çep wendakirina wendakirina sîgortaya bêkariyê derdixe pêş û Kesk jî pirsên jîngeh û klîmatê, her weha sîgorta nexweşiyê ku gelek kes jê hatine derxistin. Demokratên Swêdê jî di nîqaşên butçeyê yên duh de îddîa kir ku kêmkirina koçberiyê dê aboriyê xurt bike û ji hemû partiyên din rexne girtin.

Her weha Konfederasyona Sendîkayên Swêdê (LO) jî ne bawer e ku hikûmeta burjuwa karibe ji her kesî re kar peyda bike.

- Bi wê aboriya xurt ya ku îro li Swêdê heye divê li ser hikûmetê ferz be ku têkoşîneke mezin li hemberî bêkariyê bide, dibêje Lena Westerlund, şefekonom li LO.

”Kar ji bo her kesî” ji salên piştî şerê cîhanê yê dûemîn ve slogana herî navdar ya sosyaldemokratan bû. Lê niha hikûmeta burjuwa dest daye ser vê sloganê, bi ya Lena Westerlund.

- Lê naveroka wê guhertiye û "her kesî re kar" êdî ne karekî tam mesayî ye. Bi vê krîza dawî re jimara kesên kêm-mesayî kar dikin zêdetir bûne, dibêje Westerlund.

Hikûmet ji bo entegrasyona biyaniyan ya bazara kar de jî rêzeke pêşniyaz tîne, weke zêdekirina alîkariya ji bo sazkirina şîrketên biyaniyan, karên gava yekem ”instegsjobb”. Her weha di vî warî de dê Daîreyên Karî wezîfe ji şaredariyan dewr bigirin. Ji bo biyaniyên nûhatî jî dê li daîreyên karî pîlanên şexsî werin çêkirin û karmendek bi taybetî alîkarî bide wan ku têkevin bazara kar.

Ji bo kesên perwerda zimanê swêdî SFI serkeftî bi dawî bikin dê pareyek weke bonus bê dayîn û dibistanên li taxên xizan yên biyanî jî dê karibin bonusek wergirin heger ku encamên şafgirtên xwe baştir bikin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".