Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Kardêrên bîyanî herku diçe bêtir dibin

Hat weşandin torsdag 14 oktober 2010 kl 14.07
Foto: Scanpix

Îro ji heftan yek ji kardêrên Swêdê ”bîyanîyên li derveyê welêt çêbûne” ne. Ev li gor daireya Tillväxtverketê hatiye peyîtandin. Hejmara firmayan ku ji aliyê ”bîyanîyên li derveyê welêt çêbûyi” hatiye avakirin digihije 14% ku 74 000 in.

Ev pênc salên dawî de hejmara firmayên bîyanîyên li derve çêbûyî bi hêz bilind bûye. Sedemek vê ku berê jî hatibû nîşandan, ku ev kes nikarin bi awayek hêsan bikevine piyesaya karê. Vukica Bosjnak berpirsa programa Tillväxtverketê diyar dike ku îro, ev sedem ne tenê ji bo xwedikirina xwe ye.

- Daxwaziya pêkanîna fikrên xwe ji bo ku firmayan xwe ava bikin û pere wergirin gelek mezin e. Lewra

Di vê gruba hanê de kêşehêzek xort heye ku carina ji bîr dikin.

 Statistika Tillväxtverket ji têgeha ”li derveyê welat ji dayîk bûye” . Koçberên li  Swêdê ji dayikbûne, nifşên duyem di gel vê têgehê ninin.

Ger vê têgehê berfirehtir bikin, kesên ku binyata wan ji derveyê welêt e, pirhejmariyek zelal bi sedê 86 kesan pêk te.

 Di firmayên îroyîn de nêzikê 74 000  ji aliyê, biyaniyên ku li derveyê Swêd çêbûn hatine avakirin, ku mirov dikare wan bi herêmên wan ên jografik de  beş bike.

 Ji sedê 21 ji firmayan ji aliyê welatên bakurî, sedê 36 ji ewrûpiyan û sedê 43 ji kesên derveyê Ewrûpî ve hatine ava kirin.

Tillväxtverket di nav 3 salan de navbera sala 2008 ta 2010 de, ji bo alikariya kesên ji derveyê welêt tên  programek ajotine da ku firmayên xwe vekin.

Lê gelo problemê mezintirîn ji bo destpêkirina wan çi bûne? Vukica Bosjnak berpirsa programê ji tillväxtverketê  bersiv dide me:

 - Mezintirîn astengî, derfetên deynê bankê û kapitala derveyî ye.

Li wir ji bo vê grubêre çêtir bikin, kar dikin ji ku ew bikarin bêtir pere deny bikin û  firmaya xwe mezintir bikin û herwuha da bikarin bêtir karmend bigirin. Ev grub mijulahiyek mezinbar dikin. Wek mînak 10 000 xwediyên restaurantan 50 000 karkerên xwe hene.

-Ango hemû ev firmayên biçûk ku ji aliyê kesên li derveyê Swêd çêbûne, ji bo piyasaya karê Swêdê gelek nirxdar e?

- Rast e. Di destê me de  hejmarek heye ku 200 000 ta 250 000 karker  ji aliyê bîyaniyên derve çêbûyî ve hatine girtin.

-Belê di van beşan de ê ku serdest e, restaurant û firmayên servisan, salonên berberan, firmayên paqijîyê û yên avahîyê ne.

Lê belê ev wêne di riya guherandinê de ye niha dibêje Vukica Bosjnak.

Yek ji wan bankayên mezin ya bazirganiyê ku di projeyek de hevkarîyê dikin wêneyek din didin nîşan:

- Karmendên bankê tendensek zelal dibînin ku gelek kardêr firmayên ser zanistîyan vedikin. Gelek bizişk cihên pratikê vedikin. Û li gelek beşên zanistîyê de jî wusa ye. Mirov bi karên di branşa resturanê û servisa şexsî, razî nine.

Erê, gelek kesên têne Swêdê, xwediyê perwerdeya bilind in û dixwazin vê perwerdeyîyê bikar bînin, riyekê vê jî vekirina firmayek e dibêje Vukica Bosjnak:

- Lêkolînên me nîşan dide ku perwerdeyiyên kardêrên bîyanî ji kardêrên ku li Swêd ji dayikbûne, bilindtir in.

Ew projeya 3 salî ku Tillväxtverket ji bo bîyanîyên li derveyê welêt çêbûne, lidarxistibû, hindik maye ku bidawî bibe.

Dê piştê wî çi bibe ?

-Em dê li ser van pirsan karên xwe bidomînîn, ji vê grubê re hêsantir bikin ku ji xwe re firma vekin. Lê belê em dê bi vê awayê nekin lê em ê bêtir  bi tevkirina pircureyiya etnikî re bikin. A niha karekê li ser pêşbirina bazirganî ji bo firmayên biçûk pêk tînin. Di vê xebatê de, dê kardêrên bîyanî ku derveyê Swêdê çêbûne bêtir cih bigirin

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".