Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Arbetsmiljöverket dê nexweşxaneyan kontrol bike

Hat weşandin torsdag 14 oktober 2010 kl 16.43

Daîreya çavdêriya jîngeha karî, Arbetsmiljöverket, dê 50 nexweşxaneyên acîlê kontrol bike. Ev yek piştî rewşa hawarî ya hejmara bilind ya nexweşan digel kêmbûna personelî. Sala dawiyê rexne li pir nexweşxaneyan hat kirin ji aliyê Socialstyrelsenê, ku daîreya çavdêriya mafê tendurustî, lênêrîn û tedawiya baş e. Rexne tê kirin li ewlekariya kêm ya nexweşan.

Vê havînê Nexweşxaneya Zanîngeha Karolinska ya li Huddingeya Stockholmê, neçar mabû ku bi qasî nîv milyon kron pere ceza bide ji ber hejmara zêde ya nexweşan tevî kêmbûna personelê nexweşxaneyan.  Ew cara yekem bû ku nexweşxaneyekê cezayê pere da ji ber ku rewşa nexweşan ketibû rîskê, rojnameya Dagens Nyheter dinivîse. Wê carê rexneyên giran jî hatibûn kirin li Astrid Lindgren ya nexweşxaneya zarokan, nexweşxaneya zanîngeha Malmö’yê û nexweşxaneya zanîngeha Linköpingê, ji ber ku bi kêmaniyên li wan, rewşa ewlekariya nexweşan ketibû rîska xeterê.

Havîn dema herî dijwar e ji bo nexweşxaneyan, ji ber ku ew dem e ku personelê daîmî li betlaneyê ne, lê doh, piştî çend kontrolan li nexweşxaneya Danderyd ya Stockholmê jî rexneyên tund hatin kirin. Ev yek piştî ku du nexweş mirin li beşê ortopedê.

- Zêdebûna nexweşan û bi vî awayî jî karê zêde yê personelan mîna rewşek asayî hatiye qebûlkirin û ev yek tê wateya ku rîsk heye nexweş zerarê bibînin, û ev jî divê neyê qebûlkirin, Socialstyrelsen dinivîse.

Pir caran behsa kêmbûna cîh li nexweşxaneyên Swêdê bûye. Li gorî nifûsa Swêdê, hejmara cîhên li nexweşxaneyan herî kêm e li gorî welatên din yên Ewrûpayê. Ev yek li gorî hejmrarên lêkolînên rêxistina pêşketin û hevkariya aborî, OECD yê. Ev hejmarên sala 2004an in û bi gotineke din ev serê çend salan ku rewş ev e. Lê li gorî seroka Yekîtiya Tedawîxaneyan Karin Eklund pirsgirêka sereke ne kêmbûna cîhê nexweşan, lê kêmbûna xebatkaran e. Sedemek jî ew e ku zêdebûna kar kiriye ku hinek endamên yekîtiyê dev ji karê xwe berdane ji ber ku barê wan zêde giran bûye:

- Belê, mixabin wiha ye, bar ewqasî zêde bûye li hinek herêman ku pir kesan hest kiriye ew nikarin karê xwe dewam bikin û îcar vê jî ji bo me rê vekiriye li rewşek neçariyê tevî zoriyên dîtina xebatkarên nû, û wiha jî personel kêm dibin, Karin Eklund dibêje.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".