Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Meclîs destûrê nade Bodström

Hat weşandin torsdag 14 oktober 2010 kl 16.46

Yek ji navên herî giran yên partiya Sosyaldemokratan, wezîrê dadê yê berê, Thomas Bodström, ku serî lêdaye ji bo îzna kar ji wezîfeya xwe ya parlamenteriyê, dê ji meclîsê biryara nepijandinê wergire. Vê yekê serokê meclîsê Peter Westerberg dibêje. Bodström ku niha tevî malbata xwe li Amerîkayê ye, daxwaz kiriye ku heta çileya îsal ango heyva desemberê, karbetal be ji bo ku li zarokek xwe binere.

Li gorî qaîdeyên meclîsê mafê parlamenterek heye ku ji bo lênêrîna zaroka xwe îzna karbetaliyê wergire lê tenê tijedemî. Pirsgirêka Bodströmî ew e ku, li gorî  Dîreya giştî ya sîgortayê Försäkringskassanê, wî tenê nisbî, %20 maf heye ku karbetal be ji bo kurê xwe yê ku niha heft salî û di temenê dibistanê de ye.

Biryara fermî ya nepejirandina serlêdana Bodstöm, roja sêşema pêşiya me li meclîsê tê dayîn. Herî dawî duşemê divê Bodström biryar ragihandibe be li ser bê ew dê paşve vegere yan ji kursiyê xwe yê meclîsê bibe. Heta doh jî wî biryar nedabû çawa bike:

- Wezîfeya li meclîsê, wezîfeyek pir hêja ye digel ku me hilbijartin wenda kir jî. 1,8 milyon hilbijêran dengê xwe dan me û min bixwe jî pir deng wergirtin. Nexweş e ku dev ji wezîfeyek wiha girîng berdim. Lê li aliyekî din jî nexweş e ku malbata xwe jî berdim. Ji bo min biryardayîn pir zor e, Bodström dibêje.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".