Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

SD ji sendîka re serêşê çêdike

Hat weşandin torsdag 14 oktober 2010 kl 16.48

Di nava sendîkayê de nêrînên cûda hene di mijara gelo bila nêzîkatiya wan çawa be ji endamên çalak yên partiya dijbiyanî Sverigedemokraterna re.

Hinek yekîtiyên LO’yê, weke mînak Transport, Sverigedemokratên çalak nagire nava xwe. Hinekên din, mîna Kommunal, dihêle Sverigedemokratên çalak di nava sendîkayê de bimînin, ji ber ku bi gotina wan ”divê Kommunal nebe polêsê nêrînên siyasî”.

Sendîkaya IF Metall, Allan Jönsson yê Sverigedemokrat yê siyasetmedarê şaredariya Bjuvê qebûl kiriye mîna nûnerê parastinê yê klûba herêmî. Berê ew hatibû hilbijartin ji bo serokatiya klûbê, lê wê demê Metallê ev qebûl nekiribû.

Allan Jönsson bixwe tu pirsgirêkê nabîne bi wezîfeya xwe. Ew dibêje ku di wezîfeya wî ya sendîkayî de ew nûnertiya takekesan dike lê karê wî yê siyasî li ser pirsên civakî ye:

- Hemû parastina wan li ser bingehê wê yekê ye ku ez mafê herkesî yê wekhev naparêzim. Lê ev ne rast e. Wekî nûnerê sendîkayî, min nûnertiya hemûyan kiriye, te divê zer, kesk, şîn yan jî spî bin, Jönsson dibêje.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".