Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Du hemwelatiyên Swêdê gûmanbarên sûcê terorê

Hat weşandin fredag 15 oktober 2010 kl 16.37

Li dadgeha destpêkî ya bajarê Göteborgê doz tê vekirin li du hemwelatiyên Swêdê, yek 22 yê din 26 salî, herdu bi eslên Somalî, yên gûmanbarên sûcê beşdariya terorê, ajansa nûçeyên swêdî TT radighîne.

Herdu di bin çav de ne ji ber ku wan bi îhtîmalek mezin ango asta gûmanê ya bilind, amadekariya bûyerên terorê kirine li hem Swêdê û hem li Solamiyê. Ji gûmanbaran yê temenciwantir ji Göterborgê, yê din ji dorhêla Stockholmê ye.

Li Swêdê alîkariya ji rêxistina al-Shahabê re bêhtir ji aliyê niştecîhên somalî tê. Li gorî dozger, herdu alîgir û dilxwazên tûj yên al-Shabaabê ne, ku ji aliyê weke mînak USA, Kanada û Brîtanyayê ve, mîna rêxistinek terorîst hatiye demgekirin. YN û YE jî al-Shabaab girtine lîsta xwe ya rêxistinên ku bi ji bo wan tedbîrên sînorkirinê hene.

Li Somaliyê hema bêje her roj mirov tên kuştin ji aliyê terorîstan ve, bi taybetî jî li paytext Mogadishuyê.

Zivistana derbasbûyî polîsê ewlekariyê yê Swêdê, Säpo ji TT re ragihandibû ku bi dehan kes ji Swêdê li kampên terorîstan bûn û beşdarî kiryarên terorî bibûn li Somaliyayê. Nexwe zilamê ku niha li Göteborgê di bin çav de jî yek ji wan kesan e.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".