Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Kêmaniya alîkariya derûnî bo koçberan

Hat weşandin fredag 15 oktober 2010 kl 16.39

Koçberên ku tên Swêdê bi qasî pêwist alîkariyê nabînin ji bo êş û azarên derûnî tedawî bibînin. Vê yekê lêkolînek ji Enstîtuya Karolinskayê, KI, nîşan dide. Ew sohbetên tendurustî yên ku heta niha hatine dayîn zêde balê nade tendurustiya derûnî, digel ku piraniyek ji koçberan bîranînên wan yên dijwar hene ji welatên ew jê hatine.

Sohbetên ewlekariyê ji sala 1995an ve ji aliyê Daîreya tendurustî, lênêrîn û tedawiya takekesan, Socialstyrelsenê ve ji koçberên nerehet re tê pêşkêk kirin. Ew sohbet bi piranî ji aliyê hemşîreyên tedawîxaneyan bi swêdî Vårdcentralen ve tên dayîn û tenê nîv saet digire, û ji ber vê ji tendurustiya derûnî re tê de cîh nîn e.

Lêkolîner Solveig Ekblad, ku serkêşiya lêkolîna EK kiriye, dibêje pir girîng e pirsgirêkên derûnî jî behs bibin ji ber ku ew bandorê li tendurustiya fîzîkî jî dikin:

- Em dizanin jî ku têkiliyek heye di navbera nîşanên stresa derûnî û nexweşiyên girseyî mîna nexweşiya şekir, dil û belkî kanser jî. Ji ber ku stres kronîk dibe û stres bandorê dike li derûn û laş herduyan, Solveig Ekblad dibêje.  

Solveig Ekblad hêviya zanyariyên zêdetir dike hem di warê pirsgirêkên welatekî de û hem li ser tecrûbeyên rewşên giran dikarin li kîjan pirsgirêkên derûnî rê vekin.

Ji bilî vê agahdariya baştir divê li ser sohbetên tendurustiyê. Heta niha îsal ji koçberên ku bang li wan hatiye kirin tenê %38 beşdarî sohbetê bûne.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".