Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Hêza parastinê kargiran davêje

Hat weşandin fredag 15 oktober 2010 kl 16.41

Hêza parastinê ya Swêdê kargirên ku naxwazin li derveyî Swêdê kar wezîfe bigirin, ji kar davêje. Rêvebiriya hêza parastinê biryar daye ku divê hemû kargirên wan ji bo wezîfeyên derveyî welêt amade bin. Ji bo wê peymanek nû ya kardariyê hatiye nivîsîn.

Li gorî agahiyên çapemeniyê bi sedan efser û kargirên sîvîl vê fermana nû napejirînin û nafikirin peymanê îmze bikin. Û doh biryara rêvebiriya hêza parastinê hat ragihandin: yên ku peymana nû îmze nekirine dê neçar bibin ku dev ji hêza parastinê berdin. Ji aliyê Yekîtiya Efseran rexneyên tûj hatine kirin li peymana nû.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".