Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Bodström cîhê xwe yê meclîsê dihêle

Hat weşandin fredag 15 oktober 2010 kl 16.43

Parlamenterê Sosyaldemokrat, Thomas Bodström cîhê xwe yê meclîsê dihêle. Bodström digel malbata xwe li DYA dimîne, lê li bloga xwe dinivîse ku ew hêvî dike ku ew dema di sala pêşiya me de vegere Swêdê, bikare li derveyî meclîsê karyera xwe ya siyasî bidomîne.

Ji dema ku Thomas Bodström hatiye qada siyasî di sala 2000î de piştî îstîfaya Laila Freivaldsê ji wezîriya dadê, ew yek ji siyasetmedarên herî berçav yê Sosyaldemokratan e. Digel ku rexnegirên wî jî hebûne, baweriya Mona Sahlin a serok û rêvebirên din yên partiyê bi wî mezin bû. Rexne li wî hatine kirin ji ber ku wî di wezîfeyên xwe yên parlamentariyê pir karên din jî kiriye.

Ji dema ew bû wezîr ve, wî di ber re karê xwe yê parêzeriyê her berdewam kiriye, di rêvebiriya dibistanekê de cîh girtiye û gihaye sê romanên krîmînal binivîse. Vê yekê kiriye ku ew pir caran ji karê xwe yê meclîsê maye. Buhara derbasbûyî ew ji %53 yê dengdanan maye.  

Di warê siyasî jî rexne li wî bûne, weke mînak ji ber xeta wî ya tûj ya ku îmkanê zêdetir dide polîs ji bo ew kesên bersûc bişopînin. Thomas Bodström li dû xwe valahiyek mezin dihêle, li gorî Eric Sundström yê redaktorê giştî yê rojnameya Aktuellt i politiken ku rojnameya nûçeyî ya sosyaldemokratan e:

- Ji awira siyasî ez Thomas Bodström mîna yek ji jîrtirîn û balkêştirîn nûnerên sosyaldemokratan dibînim. Îcar ji ber vê jî çûna wî nexweş e. Ji bo alternatîfek muxalîf li meclîsê hebe, Thomas Bodström mînakek bêhempa ye, Erik Sundström dibêje.  

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".