Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Nasnameya taybet bo mamosteyan tê amade kirin

Hat weşandin måndag 18 oktober 2010 kl 13.40
Läraren Karin Bergström i klassrummet. Foto: Ann-Louise Rönestål Ek

Piştî 2 salên din dê nasnameyek taybet ji bo mamosteyan û mamosteyên berdibistanê bê lidarxistin. Li gor prensîba bingehî dê tu kesê bê pewerde nekare di dibistanan de kar bigire. Ev di pêşnîyaza kanûnê de ye ku wezirê perwerdehiyê Jan Björklund îro pêşkêş kir.

Armanca vê pêşniyazê bilindkirina statuya mamosteyiyê ye û herwuha ji dibistanan re jî ku mamosteyên xwedî perwerdeya rast bigirin.

- Divê em pêşketina pirbûna mamosteyên bê bingeh êdî bişkînin. Daxwaziya nasnameyê di şevekî de nayê çareserkirin. Lê ev kar bêtir dikeve ser kardêran, ku dibistanên serbest mamosteyên xwedî perwerderya rast bigirin dê kaliteya dibistanên swêdê jî bilindtir bikin. Îro ji sedê 22 ji hemû mamosteyan perwedehiya pedegogikji dibistanên bilind negirtin, Jan Björklund dixwaze ku ev hejmar bê guhertin Li gor pêşniyarê dê 2 rê ji bo wergirtina nasnameya mamostetîyê hebe. 1 ji wan, bi riya imtihana dibistana bilind an jî dibistana mamostetiyê, riya din jî girtina dersekê taybet bi temamkirina perwerdehiya pedegojik ve.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".